Bi bilûrê ruh da awaz û stranan

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 21 Gulan 2024 - 17:50

  • Bi ser koça dawî ya bilûrvanê Kurd Qale Mere 15 sal derbas bûn. Lê, awaza bilûra wî ku awazên Kurdî yên resen û xwezayî lê dixist, timî zindî ye.

Qadir Ebdulazade bi nasnav Qale Mereyê Bilûrvan, zivistana sala 1925’an li gundê Kulice yê ser bi bajaroka Bokan a Rojhilatê Kurdistanê hatiye dinê. Ji ber ku kesek bêdeng bû, Şêx Mihemedê Şêx Burhanê Mukriyanî navê Qale Mere lê kiriye.
Qale Mere hîn nehatibû dinê, bavê wî jiyana xwe ji dest daye, di temenê 6 saliyê de jî dayîka wî koça dawî kiriye. Weke bixwe jî di axaftineke xwe de gotiye, hemû temenê wî bi bêkesî, hejarî û bêşansiyê derbas bûye.
Qale Mere bi gelek hunermend û helbestvanên navdar ên Kurd ên wekî Hesen Zîrek, helbestvanê mezin Hêmin Mûkriyanî û Hejar Mukriyanî re hevaltî kiriye.
Piştî hilweşandina Komara Kurdistanê (Mihabad) û darvekirina pêşengên wê, Qale Mere jî qaçax dibe û koçî Başûrê Kurdistanê dike. Demek li mala Ebas Axayê Serkepkan û Ehmed Axayê Koyê dimîne. Piştî çend salan careke din vedigere Rojhilatê Kurdistanê. Qale Mere ku li Îranê beşdarî gelek festîvalên nav û deng ên mûzîkê bûye, li Başûr û Rojhilatê Kurdistanê jî tevlî gelek festîvalên hunerî bûye û hêjayî xelatê hatiye dîtin.

‘Xezîneyek Gerok’
Qale Mereyê Bilûrvan di sala 1950’an de li navenda radyoyên Sine, Tehran, Mihabad û Ûrmiye, her wiha li radyo û televîzyona Kirmanşan gelek parçeyên muzikê bi bilûra xwe tomar kirine. Qale Mere di zimanê Farisî de bi navê “Gencine Muteherik” ango di bi navê “Xezîneyek gerok” beşdarî festîvalên mûzîkê yên Îranê dibe. Bilûra Qale Mere timî awazên ku pesnên xweşîkbûna Kurdistanê û xwezaya wê didin, lê dixe. Bi vê yekê re timî resentiya mûzika Kurdî parastiye.
Bilûrvanê nemir Qale Mere 21’ê Gulana 2009’an di 84 saliya xwe de ji ber nexweşiyeke giran li bajarê Bokanê yê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir. Bihezaran kes û hezkiriyên Qale Mere ji deverên cuda yên Kurdistanê herikîn bajarê Bokanê û tevlî merasîma spartina axê bûn. Cenazeyê Qale Mere, li ser wesiyeta wî, li Bokanê li rex hunermend Hesen Zîrek hatiye definkirin. ROJNEWS

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.