Besta 4 roj in dişewite

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 3 Tebax 2020 - 16:09

  • Dewleta Tirk a dagirker li Bestayê 4 roj in, daristanan dişewitîne. Eskerên dewleta Tirk a dagirker ji bo vemirandinê qet karekî nake û nahêle welatî jî agirê bi daristanan ketî vemirînin.

Dewleta Tirk a dagirker ji her alî ve êriş dike. Yek ji êrişên wê jî şewitandina daristanên Kurdistanê ye. Li Bestayê 4 roj in, daristanan dişewitîne. Eskerên dewleta Tirk a dagirker daristanên li Besta ya Şirnexê dişewitînin. Ji bo vemirandin bihêle tiştekî bike, nahêle welatî jî vemirînin.
Leşkerên Tirk beriya sê rojan agir berdan Zozanê Şerevanê yê li herêma Bestayê.
Şewat li qadên Şerevan, Çemê Mezin û Xare Kunayê didome.
Li aliyê din, Wezîrê Cotkarî û Daristanan ê dewleta Tirk Bekir Pakdemirli li ser agirê bi daristanên bajarê Tirkiyê Îzmîr, Ûşak, Denizlî û Bûrsayê ketiye got, li van 6 deveran xebatên ji bo vemirandinê destpê kirine.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.