
- Mîna gelek jinên li Yemenê, şert û mercên aborî wênesaz Shada Bamedhef neçar kir ku dev ji azweriya xwe ya ji bo wênesaziyê berde û jêhatiya xwe veguherîne çavkaniyek dahatê.
Ev jina ciwan ku perwerdehiya akademîk a fermî nedît, ne Fakulteya Hunerên Bedew an jî tu saziyek têkildarî hunerên dîtbarî û berovajî vê yekê jêhatiya xwe bi tena serê xwe pêşxist.
Jinên li welatên ku şer û qeyranan lê tê dijîn bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin. Jinên Yemenê di salên şer û qeyranê de, bi guherînên di rêjeyên danûstandinê de, gelek êşên mezin kişandin. Her wiha gelek pirsgirêkên din hene ku divê derbas bikin û ji bo bidestxistina armancên xwe bixebitin.
Şeda Bamedhef a ji Adenê ya paytexta demkî ya başûrê Yemenê, wiha dibêje: “Azweriya min a ji bo wênesaziyê ji zarokatiya min ve hebû. Min gelek pêşangehan şopand lê min fêm nedikir ku ev xet, reng û şêwe tê çi wateyê. Lê belê serdana pêşangehan a domdar û beşdarbûna wan bi riya dibistanê, bi min re vê hobiyê bi pêş xist û min hewl da vê yekê bi serê xwe bi pêş bixim.”
Şeda Bamedhef, axaftina xwe wiha domand: "Ez beşdarî pêşengehên li dibistana Amadeyî bûm û piştre jêhatîbûna min a wênesaziyê bi pêş ket. Bi înternetê re jêhatîbûna min pir bi pêş ket. Ez di qada wênesaziyê de gelek tiştan fêr bûm. Bi taybetî jî ez fêr bûm ku hunera şênber û hunera rastîn û azad ji hev vediqetînim û çêkirin û pisporbûna hevîrê flayn ku ez di gelek xebatên xwe bi kar tînim jî fêr bûm.”
Veguherîna hunerî
Şeda Bamedhef, tecrîh nekir ku jêhatîbûna xwe tenê bi wênesaziyê sînordar bike û berê xwe da projeyên biçûk: "Min hewl da ku huner û afirîneriya xwe bi gelemperî belav bikim. Lê belê şert û mercên perwerdeya hunerên dîtbarî nebaş bû. Lewma, serkeftina min bi projeyên biçûk re dema li Sanayê bûm dest pê kir. Ez li ser projeya xwe ya ewil xebitîm û ew bi tevahî ji tiştên ku jinên kekan çêdikin cuda bû. Ez bi nêzîkatiyek hunerî nêzî çêkirina Cupcake bûm û her perçeyek modelek bû, perçeyên din temam dikir."
‘Min her dem di projeyan de cih girt’
Şeda Bamedhef, axaftina xwe wiha domand: "Min hevîrê şekir bi kar anî û fêm kir ku ez di şêwekirinê de baş im û min bi vê projeyê berdewam kir. Daxwazek mezin ji bo vê yekê hebû, ev yek heta ku şer dest pê kir û ez çûm Adenê berdewam kir. Li vir ez ji ber qutbûna elektrîkê û germahiya zêde ya li Adenê rastî gelek astengiyan hatim. Piştre min berê xwe da projeyeke din û guldesteyên kulîlkan, guldesteyên bûkan û xebata krîstalan çêkir.”
Vegera ji bo wênesaziyê
Şeda Bamedhef, der barê dûrketina hinek kesan a ji kirîna berhemên dest de wiha got: "Kesên ku nirxa karên dest kêm dikin hene û nirxa ku heq dikin nagirin. Piştre min berê xwe da projeyeke din a jêhatîbûna min a sereke. Min gelek tabloyan çêkir û wêneyên wan li ser hesabê xwe yê Facebookê parve kir. Piştre min şîparîşên tabloyên taybet girt. Her wiha min şêwekirina bikaranîna hevîrê seramîk ê sar li karê xwe zêde kir. Min dît ku daxwazeke mezin ji bo van karan jî heye."
Şeda Bamedhef, da zanîn ku beriya 3 salan dest bi vê karê kiriye û got: "Min pirsgirêkek tenduristiyê jiya û lewma dev ji xebata xwe berda. Ez nikaribûm tiştekî bigrim. Piştî ku min emeliyatek derbas kir, ez bi coşek mezintir vegeriyam û min dest pê kir ku ji xeletiyên min berê kiribûn dûr bikevim.”
FATÎMA REŞAD JÎNHA/ADEN







