Berxwedan ji mihrîcana Lêlûn re hazir e

Nûçeyên Çand/Huner

duşem 14 îlonê 2020 - 03:57

Endama Komîna Sînema ya Avrîn, Zekiye Tarî li ser amadekariya cihê Mihrîcana Lêlûnê got: “Armanca me ew e ku gelê me çanda Kurdan bêhtir nasbikin.”
Mihrîcana Lêlûn 21’ê Îlonê li kampên penaberên ji Efrînê wê li dar bikeve û film jî li van wargehan bên nîşandan. Derbarê destpêkirina bi amadekariyên cihê mihrîcanê, Endama Komîna Sînema ya Avrîn, Zekiye Tarî axivî û got, “Ji bo ku şêniyên penaber ji mihrîcanê bê par nemînin, me xwest li wargeha penaberan be. Armanca me ew e ku gelê me li rêûresma xwe vegere û çanda Kurdan bêhtir nas bike. Her wiha em dixwazin kêfxweşiyekê bikin dilê van mirovan de, ji bo ku em hindekî barê penaberiyê li ser milê wan sivik bikin. Di 21’ê Îlonê de Mîhrîcana Lêlûnê wê bê lidarxistin. Em hemû gelê Şehba û Efrînê vedixwînin mihrîcanê. Hêviyên me xurtin ku wê mîhrîcana me serketî derbas bibe.”
Ji bo nîşandana filman li Wargeha Berxwedan dikeke taybet ji bo li derve nîşandana filman tê avakirin.

JINNEWS/ŞEHBA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2020 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.