- Şaneşîn Performans ku li Mêrdînê xebatên xwe yên hunerî dike bernameya xwe ya meha sermawezê eşkere kir. Bername bi lîstikeke mêvan dest pê dike û dawiya mehê bi nîşandayîna belgefilmekî bi dawî dibe.
Di nav bernameya meha sermawezê ya Şaneşîn Performansê de lîstikên mêvan hene ku "Marti & Maria" yek ji wan e û wê 2'yê mehê dê li ser dikê be.
Roja 6'ê mehê dema nîşandayîna kurtefîlman e. "Çerx", "Dengê Kilîtan", "Vejîna Perperokê" 3 kurtefîlm in ku dê bêne nîşandayîn. Piştî vê bi rojek, yanê 7'ê mehê nivîskar Receb Dildar wê li Şaneşînê be. Dildar li ser pirtûkên xwe, li ser nivîskariyê dê biaxive.
14'ê mehê lîstika mêvan "Ne Wisa, Ne Jî Wilo" li Şaneşînê ye. Lîstikvan Aram Dildar par stand-upa xwe "Ne wisa ne wilo" derxistibû ser dikê û li hin bajaran lîstibû, vê carê li Mêrdînê derdikeve pêşberî hunerhezan.
Ji lîstikên mêvan 17'ê mehê lîstika "Rût û Xwedan Çakît" û 23'yê mehê jî dîsa lîstika mêvan "Înterpol Peşîmde" wê li ser dika wan be. Ev lîstika "İnterpol Peşimde" heman rojê du seansan (Saet 16.00-19.30) wê bê lîstin.
Hunermend Demircan Demir roja 16'ê mehê dê stranên xwe pêşkêşî muzîkhezan bike. Û çalakiya dawî ya li Şaneşînê nîşandayîna belgefîlmekî ye: Belgefîlmê derhêner Omer Biçer ê bi navê "Vartinis" wê roja 27'ê mehê bê nîşandayîn ku li ser komkujiya Vartînîs hatiye çêkirin.
Li Şaneşîn Performansê hemû çalakî saet 19.30 de dest pê dikin. DIYARNAME