Berî 12 salan pênûsa wî şikandin

Nûçeyên Dosye

Sêşem 21 Tîrmeh 2020 - 14:14

Şeva 21’ê Tîrmeha sala 2008’an Soranî Mame Heme li ber derê mala xwe ya li Kerkûkê hate qetilkirin.

Li Başûrê Kurdistanê gelek rojnamevan ji ber ku karê xwe dikirin hatin kuştin. Yek ji wan jî Soran Mame Heme bû. Soran Mame Heme ku li gel rojnamevaniya xwe helbestkar û şanoger jî bû, sala 2008’an li ber mala xwe bi bêbextî hate kuştin.
Soran Mihemed Ezîz bi nasnav Soranî Mame Heme 2’ê Sibata sala 1986’an de li taxa Şurîce ya Kerkûkê ji dayik bûye. Malbata wî piştî raperîna bihara sala 1991’an de ji ber zextên rejima Baasê ji Kerkûkê diçin Silêmanî û li Hamiya Silêmanî (parka Azadî ya niha) bicih dibin.
Soran, qonaxên xwendina seretayî û navîn li Silêmanî temam dike. Piştî rûxîna rejima Baasê malbata Soran carek din vedigere Kerkûkê. Soran li Kerkûkê xwendina xwe dewam dike. Li Kerkûkê, Peymangeha Hunerên Bedew Beşa Bihîstin û Dîtinê dixwîne. Dema ku hate kuştin hîna xwendekarê wir bû.

Hê zarok bû wî li ser dîwarên Hamiyeya Silêmanî helbest dinivîsandin. Soran di helbestek xwe de dibêje;

Slaw ey derya slaw
Minit li bîre?
Zemenêk bi serî pencekanî gulebax
Flut û klarnîtî xure û hajatim deçirî
Demkirde peşxaneyekî sûr
Bo cilî ahang û Seyranekanit

Soran xwedî pênûseke xurt bû, dengekî dilêr bû. Soran helbest bi taca hemû kar û nivîsên xwe yên din bi nav dikir. Soran yekem nivîsa xwe sala 2003’yan hê xortekî 17 salî bû, belav kir. Rojek Soran li gel dayika xwe diçe Çemçemal da ku herin ser gora bavê wî. Dema Soran dibîne, ti dîwarek tiştek li derdora goristanê tuneye û di nava goristanê de gelek sewal hene. Dema divegere malê, li ser vê yekê nivîsek dinivîse û di rojnameya Kurdistana Nû de belav dike. Piştî nivîsa wî tê weşandin, şaredariya Çemçemalê dîwarek li derdora goristanê çêdike.
Her wiha Soran şanoger bû jî. Di nava şanoya ‘Firoştinî nîştimanda’ lîstibû.

Li Kerkûkê rojnamegerî dikir

Soran piştî vegera Kerkûkê bi dildarî karê peyamnêrî ji bo rojnameya Kerkûka Îro dike. Ev rojname ser bi Komeleya Rewşenbîr û Civakî ya parêzgeha Kerkûkê bû. Di heman demê de di kanala El Iraqî de wekî peyamnêrê kanalê yê Kerkûkê kar dike. Her wiha peyamnêrê rojanameya heftane ya Kerkûkê (Kerkûk Glup) bû ku li Hewlêrê bi zimanê Inglîzî dihate çapkirin.

Li gelek cihan aktîf bû

Sala 2006’an li Kerkûkê dibe peyamnêrê Rojnameya Kurdistan Raport. Piştre dibe berpirsê ofîsa Kurdistan Raport li Kerkûkê. Ji jimara 11 ta jimara 21’an a rojnameya Çemçemal quncikek ya wî hebû û nivîsên xwe têde diweşand. Her wiha li Kerkûkê berpirsê Navenda Çalk bû. Li Kerkûkê Endamê Desteya Nivîskarên Rojnameya Nugreselman bû. Li sala 2006’an de peywendî bi Kovara Livîn re datîne û dibe peyamnêrê kovarê yê Kerkûkê. Piştre dibe berpirsê Ofîsa kovara Livîn li Kerkûkê. Heya ku tê qetilkirin jî di kovara Livîn de kar dikir.

Gelo ji xwe pirsîne?

Soranî Mame Heme di karê xwe yê rojnmageriyê de gelek nivîs û dosya li dijî bêbextî û gendeliya desthilatdarên Başûrê Kurdistanê belav dikir. Nivîseke xwe de behsa xiyanetê dikir û digot; “Ewên ku îro xwe bi siyasî û xwediyê xebata Kurdayetî ya vê herêmê bi nav dikin, gelo ji xwe pirsîne tenê rojek jî xebat û serweriya wan di dîroka têkoşîna rizgarîxwaz a gelê Kurd de heye? Ji bilî Kurd kuştin, xiyanet li netewa xwe kirin, koletî û sîxurtî kirina welatên cîran.”

Çima Soran hate kuştin?

Di raporta xwe ya dawî de ya binavê ‘Sozaniyên Kerkûkê dagir dikin’ ku di kovara Livîn de hate belavkirin, di wê raportê de peywendiya berpirsên hikûmî yên bajarê Kerkûkê bi şebekên fihuşê re eşkere dikir. Heya niha jî ev nivîsên Soran weke sedemê qetikirina wî têne zanîn.

Bi bêbextî kuştin

Soran ji ber di nivîsên xwe de behsa diziyên berpirsên Kurd ên Kerkûkê dikir, gelek caran rastî gefan dihat. Berî kuştina wî a du mehan, gefa kuştinê lê hatibû xwarin. Lê Soran bêyî ku bitirse di nivîsên xwe de berpirsen gendeliyê eşkere dikir.
Şeva 21’ê Tîrmeha sala 2008’an Soranî Mame Heme li ber derê mala xwe ya li Kerkûkê hate qetilkirin. Wê demê 3 çekdar bi wesayîtek BMW ya camreş diçin li ser deriyê wî û qetil dikin.

Helbesta Şêrko Bêkes

Piştî kuştina wî helbestvanê mezin ê Kurd Şêrko Bêkes ji bo wî helbesta xwe ya bi navê ‘Tawan’ dinivîse. Helbesta ‘Tawan’ wiha ye;

‘’Ew be tenya peyvêk nebû kujra!
Ew be tenya yek qelem û
Çirayek û yek estêre û
Stunî nav govarêk
Yek pencerî eşq nebû kujra!
Ew be tenya yek deng nebû
Le geruî xemî kerkûk da tîror kira!!
Ew be tenya her cestey Soran nebû
Ke xeltanî xwênî edalet û şiîr û
Ke xeltanî xwênî aştî û meqamî
Elî merdan û
Cogey şefeqî rijawî
Şorîcey ewê kira!
Ew qelemî hetawî berbaxelî
Hemûman bû…tîrorkira
Ewe şimşalekey min û
Gitarekey ew û
Ewkanî rohî to bû
Ewe cestey pîremêrd Silêmanî û
Ser û malî Hisên Huznî û
Herdu çaw û herdû destî
Yusifî bû tîrorkira!
Le êstayşda
Xo be tenya her ew nawî ‘Soran’ niye!
Şaxêkî witî: Nawî tazem
Soranî Mame Hemeye!
Gomêk witî: Mêrgêk witî
Çend defterî mindalan û
Çend şeqam û çend awêneî eşqan û
Çend rojname û çend govarî
Birîndarî
Êre wityan
Nawî tazey her hemûman
Soranî Mame Hemeye!
Weku Kerkûk awa nabê
Em xwêneyş qet awa nabêt!
Lebêşelanî zemanda roj û win ebê
Mang win ebêt, sal win ebêt
Hemû tewerekan win ebin..
Bîreçinewe
Belam ewey le naw dilî em xelkeda
Cênişteye û cê çol naka bo hîç
Şitê û
Qet win nabê
‘Mangî serî erxewanî
Soranî Mame Hemeye’’

 

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.