- Li Kurdistanê ji ber berfê rê hatin girtin.
Ji ber berfê rêya 821 gundên Colemêrg, Mûş, Bedlîs, Şirnex, Qileban û Elkê hatin girtin. Li Hecî Umranê jî çûn û hatina sînor rawestand.
Ji pêr êvarî ve li Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Şirnex, Qileban û Elkê bênavber berf dibare. Ji ber berf û pûkê rêya bi dehan gund û navçeyan hat girtin. Xelkê herêmê mexdûr dibe. Gelek pêdiviyên xwe nikarin tedarik bikin.
Li Başûrê Kurdistanê, devera Hecî Umranê ya ser bi Hewlêrê spî kir û tevgera bazirganî ya sînor rawestand.
Berfa ji pêr ve dibare Balekayetî jî spî kir.
Heta danê sibehê zêdetirî 30 santîmetreyan berf li herêma Hacî Omeran barî.
NAVENDA NÛÇEYAN