Li Amedê û bajarên derdorê doh nîvê şevê barîna berfê dest pê kir û tevahiya rojê dewam kir. Li navçeya dîrokî ya Sûra Amedê jî her dever bi berfê xemilî. Berfê kêfa zarokan jî anî û zarokan têra xwe leyîstin.
Xwediyê hin destgehan û boyaxçiyên solan li ser Kolana Gazî ya Sûrê tevî sermayê jî li benda mişteriyên xwe bûn.
Tê texmînkirin ku tevî Amedê wê li Mêrdîn, Riha, Sêrt, Batman, Çewlik û aliyên wê yên başûr berfê zêde bikeve. Barîna berfê ya li Dersimê rêya 143 gundan li çûn û hatinê girt. Bi giştî li
Serhedê berfê gelek rêyên gundan asê kir.
NAVENDA NÛÇEYAN