Berber Xaçîk Xeçedûryan ji pêkhateya Ermen e, û yek ji kevintirîn berberê bajarê Qamişlo ye, di sala 1954’an de li bajarê Qamişlo ji dayik bûye.
Xeçedûryan ev 55 sal in berberiyê dike. Di zaroktiya xwe de ji neçarî berê xwe da berberxaneyekê da ku li wir kar bike û fêrî berberiyê bibe.
Ji ber xizaniya malbatê Xeçedûryan ji refa yekê de dibistan terikand. Xeçedûryan beriya karê berberiyê bike gelek kar kirine, lê tenê di pîşeya berberiyê de bi ser ket û heta niha ku gihaştiye 66 saliya xwe, hîna jî wî karî dike û pê debara mala xwe dike.
FOTO:SÎMA BIROKÊ/QAMIŞLO