
- Jinên Kurd ku bi ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ber bi 8’ê Adarê ve diçin, vê rojê bi wateyek mezin pêşwazî dikin û her roj bi berxwedana 8’ê Adarê dijîn. Jinên Kurd ku her rojê vediguherînin roja hesabpirsîna ji pergala desthilatdar, li çiya, li meydanan û li her qada jiyanê bi pergala desthilatdar re bi awayekî dijwar têdikoşin.
Bi vî awayî bi neketina xefika pergala modernîteyê ya ku afirandina zihniyeta zilamê fêlbaz e ku rojekê ji 365’an dike roja jinê, ne tenê 8’ê Adarê, hemû rojan vediguherîne rojên têkoşîn, berxwedan û azadiyê. Ji bo jinên Kurd, 8’ê Adarê ji pîrozbahiyê wêdetir, di heman demê de di warê berxwedan û serhildana jinan de dawiya serdemekê û destpêka serdemek nû ye. Rêber Apo vê destpêka nû weke ‘Jin, Jiyan, Azadî’ pênase dike û dê çawa pêk were, di rêgezên Birdoziya Rizgariya Jinê de tekez kiriye.
Rêber Apo ji jinên Kurd re dibêje, ne tenê 8’ê Adarê, divê hemû rojan bikin roja têkoşîn, berxwedan û azadiyê û têkoşîna li ser esasê Birdoziya Rizgariya Jinê wê bibe bersiva herî mezin a jiyana azad.
Emê di vê dema ku ber bi 8’ê Adarê ve diçin de, 5 rêgezên bingehîn ên Birdoziya Rizgariya Jinê ya Rêber Apo ku kodên jiyana azad in, bi vê dosyayê bi hemû jinên ku têdikoşina Xwebûnê didin re parve bikin.
Rêgezên bîrdoziya azadiya jinê
1- Welatparêzî: Rêbertî bi welatparêziyê vê dibêje, “Rizgarî û azadiya jinê destpêkê welatparêzî ye”, ango jiyan di axa xwe ya ku tê de hatiye dinê, girêdana bi axê ve, di ferqa welatparêziya xwe de girêdana bi axa xwe re bûyîne. Di ferqa welatparêziya xwe de be, ji bo xwe bike têkoşîna yekemîn. Ax nebe mirov nikare azad bijî. Ger çûk di hêlîna xwe de destek biyanî li ser hebe, ew çûk jî hêkên xwe terk dike. Çima? Ji ber destê biyanî lê ketiye. Nexwe ji bo ku mirov bikaribe azad bijî welatekî azad pêwîst e, xakek azad pêwîst e. Welatê di bin dagirkeriyê de be, li ser her tiştî êriş heye, tê çawa azad bijî? Ji bo vê welatparêzî şert e.
2- Fikra Azad û Vîna Azad: Rêbertî ji bo jinê vê dibêje; “Pêwîst e bi fikrê xwe yê azad û vîna xwe ya azad tevlî jiyanê bibe.” Eger ev bîrdozî pêk were, wê demê jin wê wek bixwaze bijî, xwe bi xwe biryarê bide. Em jî bi fikrê jinê bawer in û em ê bi rêz bin li hemberî vîna wê. Ev rêgez divê dev jê neyê berdan. Ev rêgez di nav bîrdoziya azadiya jinê de ye. Eger ez bim jî divê jin sekna xwe û helwestên xwe diyar bike, bêje ez ê bi vîn û fikra xwe tevlî bibim.”
Ango xwedî biryarbûn, xwedî nêrînbûn e, di hestan de, di fikir de bihêzbûn û her wiha dev ji wan nêzîkatiyên kevneşop berdane. Dest ji hest û fikrên ku di civakê de hatine avakirin berdan û sekna serbixwe avakirin tê de girîng e. Bi rastî jî serxwebûn di pîvanên azadiyê de esasî ye. Tu nikaribe bifikire, nikarîbî bi xwe bikî, bi fikrên din ên eklektîk tevbigerî, ji vir bigirî, ji wir bigirî teqez nabe, ji xwe vî şiklî jî dijmin daye te. Di bin navê adetên civakê de şiklekî wisa daye. Bi vana re azadî çênabe. Ji bo vê xwe rizgarkirin girîng e.
3- Birêxistinbûn: Rêbertî dibêje; “Jiyaneke ku xwe bispêre azadiyê pêwîst e. Hemû jiyana xwe bispêre azadî û rêxistinê. Mirovek bêrêxistin tune ye. Rêxistina destpêkê jî bi jinê re destpê kiriye. Zilam dikare bêrêxistin be, jixwe saziyên rêxistinên wan pir û pir zêde ne. Lê pêwîst e hûn wek biharekê rêxistina xwe binivîsin. Bêyî rêxistinbûnê ne pêkan e hebûna we hebe, ji ber ku tu hêza xwe ji wir digirî.”
Di civaka xwezayî de jî me dît, eger jin xwe birêxistin neke, nikare bijî. Rêxistina jin bi xwe heye. Xwe birêxistin dike, civakê birêxistin dike, her kes tê de rol û mîsyona xwe heye. Eve hêza wê, ango xwedawend çawa bû hêz? Xwedawendan hêza xwe ji rêxistina xwe girtin. Hele hele derfetên niha em tê de dijîn hem serdestiya zilam, erişên zîhniyeta sîstemê hene, ne ji rêxistinê be nikare xwe li ser lingan bihêle. Bi vê re projeyê jiyana azad dikeve meriyetê.
4- Têkoşîn: Rêbertî li ser vê dibêje; “Bi rêxistinê ve girêdayî divê hûn jiyana xwe tevahî ji têkoşînê pêk bînin. Ango jiyan tevahî têkoşîn e. Ji ber ku jixwe nasnameya jinê di nav çar dîwaran de ye. Ji bo vê jî divê bêje ‘yek, ez ê birêxistinî bim û du karê min têkoşîn kirine‘. Jixwe bêy têkoşînê wateya xwe nîne.”
Rêbertî ji bo jiyanê, ji bo azadiyê jî û di tevahî pênaseyên xwe de dibêje; “Xwe bispêre esasên bîrdozî, polîtîk û leşkerî û vê her tim bike.”Di vê wateyê de têkoşîna me tenê ne leşkerî ye. Têkoşîneke bîrdozî, polîtîk, leşkerî û her tim pêwîst e. Azadî di kêliyan de tê avakirin. Kaos heye, tiştên di wê kêliyê de têne avakirin, tu mudaxele dikî. Hêza te diyar e. Tê bi çi mudaxele bikî? Tê bi rêxistina xwe mudaxele bikî. Ya rastî ew kêliyên azadiyê kêliyên têkoşînê ne. Nexwe bêyî têkoşîn tu wateya xwe nîne, tu nikarî bêjî ez azad im.
5- Xweşikbûn û Estetîk: Ya rastî Rêbertî li vir rêgezên jiyana azad datîne. Jiyana azad divê xweşik be, bi estetîk be. Ji çav bigre heta nêzîkatiyan pêwîst e rêgezeke xwe ya estetîkê hebe. Diyar dike ku wê cewherê jiyana mezin çawa birêxistinî be, asta rêxistinê de be. Divê cilên wê jî nexşê hûnandina xweşikbûnê be. Ev çi ne? Ziman e, çand e, xweşikbûna hal û hereketa ye. Heman demê Rêbertî wekî hunera şoreşî, çanda şoreşî, exlaqê nû û pîvanên xweşikbûnê datîne. Jinek xwe çiqas makyaj bike, pêşkêşî zilam bike, ne bi vî awayî ye.
Rêber Apo çeka herî mezin a azadiyê 5 prensîbên Birdoziya Rizgariya Jinê bi nav kir û got: “Eger hûn jiyana xwe li ser van 5 esasan ava bikin, li gorî min wê çeka herî mezin a azadiyê di destê we de be. Bi van çekên ‘Ez bi wesîleya Cejna Jinê vê yekê tekez dikim’ tu saziyeke serdest a mêr ku hûn bi vê çeka herî mezin nikaribin bidin çok dan tune. Zilamek tune ku hûn nekaribin bixin ser piyan û ji bo min ev tişta herî bi qîmet e di jiyanê de. Ger em bibêjin girêdana bi îro re, ger em bibêjin rêzgirtina ji îro re, li ser van esasan rêxistinbûna jinê û têkoşîna wê ya li ser van esasan wê bibe bersiva herî mezin a mirovahiyê, ji şerê qirêj re, ji jiyana azad re.”
ROJNEWS / NAVENDA NÛÇEYAN







