Belçîkayê 22 nefsên xwe birin

Nûçeyên Cîhan

Sêşem 21 Hezîran 2022 - 21:33

  • Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 jin û 16 zarokên malbatên DAIŞ’iyan teslîmî Belçîkayê kirin.

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 jin û 16 zarokên malbatên DAIŞ’iyan teslîmî Belçîkayê kirin.

Hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer şandeyeke Wezareta Karên Derve ya Belçîkayê ya bi serokatiya nûnerê taybet ê Belçîkayê yê Sûriyeyê û balyozê wê yê Libnanê Hubert Cormann, di 19’ê Hezîranê de pêşwazî kir.

Hevserokê daîreyê Ebdulkerîm Omer û cîgirên hevserokatiyê Fener El-Giêt û Ebîr Eliya şande pêşwazî kir.

Her du aliyan gelek mijarên hevbeş û girîngiya çareseriya siyasî li Sûriyeyê li gorî biryara 2254 a NY´ê nîqaş kir. Her wiha li ser gefên dewleta Tirk û êrişên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewşên aborî û mirovî li herêmên Rêveberiya Xweser û rewşa kamp û penaberên li herêmê, hatin nîqaşkirin.

Ebdulkerîm Omer got: "Rêveberiya Xweser di warê aborî û ewlehiyê de bi astengiyên mezin re rû bi rû ye. Me bang li civaka navneteweyî kir da ku dadgeheke navneteweyî ava bike da ku çeteyên DAIŞ’ê darizîne. Her wiha berpirsyariya xwe li hember welatiyên xwe yên li herêmê bîne cih an jî destekê bide Rêveberiya Xweser. Lê bersiv têrê nake."

Nûnerê Belçîkayê Hubert Cormann jî got, hikûmeta Belçîkayê destekê dide çareseriya siyasî ya giştî li gorî biryara NY’yê ya 2254’an. Wî got, “Hikumeta me alîkariyên mirovî ku sûdê dide gelê Sûriyeyê û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê bidomîne.”

ANHA/HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.