• Dîmenên li balefirgeha Kabîlê bêkêriya NATO´yê nîşan didin.

Fermandarekî Talîbanê got, hîn zû ye ku behsa sîstema hiûumî ya li Efxanistanê were kirin, lê divê destpêkê hêzên biyanî ji Efxanistanê derkevin. 
Li gorî Reutresê, Talîban piştî ku Kabîl kontrol kir, şert daniye ku beriya sazûmaniya hikûmetê ji nû ve saz bike, divê hêzên biyanî hemû ji Efxanistanê derkevin.

Fermandarekî tevgerê ji Reutresê re got, tenê piştî çûyîna hêzên biyanî, wê sîstema hikûmî ji nû ve were sazkirin. Heman fermadarê Talîbanê her wiha diyar kir ku çekdar li herêmên cuda xwe ji nû ve bi rêxistin dikin.

Li aliyê din hêzên Emerîkî, welatiyên xwe û hevgirên xwe ji Efxanistanê derdixin. Ji ber ku hikûmet hat teslîmkirin, kaoseke mezin li balefirgeha Kabîlê çêbû. Xelkê ku ji ber Talîbanê direve, li balefirgehê kom bû. Wan bariyerên ewlehiyê derbas kirin û çûn ser rêyên bihewaketina balefiran.

Hêzên Emerîkî gule li wan reşandin da ku wan dûrî herêma xwe bigirin. Bi her halî hin kesên ku xwe bi balefiran ve girtibûn, ji sedan metroyî bi ser bajarê Kabîlê de ketin. Dîmenên derketin holê, hem trajediyeke mirovî, hem jî bêkêriya destwerdana NATO´yê ya li Efxanistanê nîşan didin.

KABÎL