Bêhtirî 70 penaberî xeniqîn

Nûçeyên Cîhan

Şemî 24 Îlon 2022 - 08:30

  • Keştiyeke piçûk a penaber tê de, li peravên Sûriyeyê noqî avê bû. 

 

Li Derya Spî keştiyeke piçûk a penaber tê de, li peravên Sûriyeyê noqî avê bû. Di qezayê de herî kêm 73 kes mirin.

Di keştiya penaber tê de, bi pirranî welatiyên Sûrî û Lubnanê hebûn. Keştî piştî ku ji Lubnanê bi rê ket, li peravên bajarê Tartûs ê Sûriyeyê, noqî avê bû.

Wezîrê Veguhastinê yê Lubnanê Elî Hemiyeh ragihand ku di encamê de herî kêm 53 penaber mirine. 

Li gorî Hemiyeh, qederê 20 penaberan hatine rizgarkirin û li nexweşxaneyê tên dermankirin. Wezîrê Lubnanî got: "Pirraniya kesên birine nexweşxaneyê, alîkariya oksîjenê werdigirin, hin ji wan jî di beşa lezgîn de tên ragirtin."

Midûrê Giştî yê Benderên Sûriyeyê jî got: "Li gorî hin kesên rizgarbûyî, di keştiyê de 120 heta 150 kesî hebûn, keştî ji herêma El Miniyeh a bakurê Lubnanê daye rê.”

Li gorî televîzyona dewletê ya Sûriyeyê jî herî kêm 73 kes mirine.

Di Nîsanê de jî keştiyeke pirr qelebalix li peravên Trablusê di encama şopandina hêzên deryayî yên Lubnanê de noqî avê bûbû û 6 penaber di encamê de xeniqîbûn. Ev bûyer li welat bû sedema hêrsa civakî.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ji destpêka sala 2020'an ve herî kêm 38 keştiyên ku zêdetirî 1,500 kes di wan de bûn, ji Lubnanê bi rêya behrê bi awayekî ‘neqanûnî’ derketine yan jî hewl dane ku derkevin. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.