Bêhna nêrgizan û rengekî xiyanetê

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Yekşem 27 Sibat 2022 - 22:21

  • Mirov çawa ji axa xwe qut dibe? Gelo mirov çawa ji xwe qut dibe? Terîfa wê zehmet e. Lê hin tişt wilo gelekî hûrik in û carinan piştî bi salan xwe tên û li gewriya te dipêçin.

Mirov çawa ji axa xwe qut dibe? Gelo mirov çawa ji xwe qut dibe? Terîfa wê zehmet e. Lê hin tişt wilo gelekî hûrik in û carinan piştî bi salan xwe tên û li gewriya te dipêçin. Niha li Kurdistan, nêrgiz li her derî hene. Li ser tebleyan û li ser sifrekên li ser mil û seriyan jî bi baqan tên firotin. Baq bi baq nêrgizên zer û spî û hûrik!

Li Elmanyayê jî nêrgiz hene. Çend rojekî din wê zîl bidin û gelek bax û baxçeyan bixemilînin. Ji xwe ew nêrgizên Ingilîzan ên mêzin wê rengekî bedew bidin bax û baxçeyan, kêlekên rêyan û parkên bajaran.

Gava ewilî bala min çûbû ser wan, mezinahiya wan bala min biribû ser xwe û hinekî jî ez ecêbmayî hiştibûm. Tiştek kêm bû: Li Elmanya, Fransa û Ingilîstanê jî baqên nêrgizan ji Sibatê û pê ve tên firotin. Helbet ne li ser tebleyan û ne jî li ser wan sifrekên piçûk. Li marketên mezin û piçûk ew tên firotin. Serê pêşî bê hemdê xwe min ew baqên nêrgizan dibirin ber bêhvila xwe û bêhna wan dikişand hinavên xwe. Bêhna wan! Naxêr nebû.

Bêhna wan di bîra min de hebû. Bêhna nêrgizan bû. Li Nisêbînê, li Batmanê, li Midyadê… bêhna wan a nêrgizan bû. Parçeyek ji welatê min, parçeyek ji bîra min bêhna nêrgizan bû. Beriya çendekê li Helebce bûm û min nêrgiz, çawa ku parçeyek ji welatê min bûn, dîsa dîtin. Li vegera li Silêmaniyê jî min têra xwe ew bêhn kirin. Welatê min li cihê xwe bû, tevî bêhna nêrgizan û tevahiya êş û birînên xwe. Li Helebceyê jî li Hewramanê jî, li devera ku Rojhilat û Başûrê welatê min bi sînor, pasdar û kevirên sînor ji hev hatine qutkirin.
Hê jî nêrgiz zûzûka serê xwe ditewînin. Jixwe meyla wan e serîtewandin, lê hema ku ji koka xwe hatin qutkirin, ew serê xwe bêhtir ditewînin.

Weke gelek Kurdên serşorbûyî yên ji welatê min: Ji koka xwe bûn serî li mirov ditewîne. Lê li welatê min bi xwe jî mirov serşor bûne, ji koka xwe hatine qutkirin. Li Hewlêrê, li Dihokê, li Silêmaniyê, li Helebce, li Hewramanê, bi xiyanetê xelk ji koka xwe qut bûye. 

Ez behsa xiyaneteke hemasetwarî nakim. Xiyaneteke li xelkê hatiye kirin, xelk ji koka wê qut kiriye. Hem ser şor bûye û hem jî ketiye ber bayê biharê: “Ez ji bo dayika xwe mame, ne wa bûya, ez kêliyekê jî li vir nedimam.” Fehd 25 salî ye. Weke bira û cîranên xwe çav li çûna Ewrûpayê ye. Dibêje, ne nas û ne xizm, ji ciwanan kesî wî nemaye. Ew jî tenê ji bo dayika xwe maye. Ne karekî weke adetê, ne azadiyeke weke adet, û ne jî aramiyeke weke adetê.

Ne ku derfet nînin. Dana Gas xwe li ser rezervên gazê daniye, PDK´ê xwe li ser rezervên petrolê pahn kiriye. Yên ji wir dixwin du malbat û ew kes in ku li dora du partiyên wan herdu malbatan kurtêlxwur in û şelafiyê dikin. Her kesê din divê li hêviyê be ku Bexda mûçeyan bişîne.

Xizaniyeke ku siyaseta du malbatan li ser xelkê ferz dike, gendeliyeke nedîtî… Ha ez ji wê re dibêjim, xiyanet. Lewma wê kir ku nifşê nû ji axa xwe qut bibe, bikeve ber bê.

Lê nêrgiz li ser axa xwe bêhnxweş in. Bêhna wan heye, bêhna wan! Hê jî wilo ne. Mirov ne tenê ji ber şêr û dagirkeriyê ji axa xwe qut dibe, bi wê xiyaneta li jor min behsa wê kir jî mirov ji axa xwe qut dibe. ..

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.