Bêhna mirinê çû Dengê muzîkê hat

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 1 Îlon 2021 - 02:54

  • Li Sirrînê navenda ku DAIŞ´ê lê îdeolojiya xwe ya mirinê belav dikir, niha navendeke çand û huner e ku lê dengê muzîkê belav dibe û dersên muzîk, şano û govendê tên dayîn.

Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Huner a li Sirînê, di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de kaniya fikrên tundraw bû, lê îro ji bo tevahiya pêkhateyên herêmê veguheriyê navenda fêrkirina mûzîk û huner.

Sirrîn 35 kîlometroyan li başûrê Kobanê ye. Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Huner a Sirînê di salên 90`î de hatiye damezrandin. Sala 2006`an ji aliyê rejîma Beesê ve hate nûkirin da ku şêniyên herêmê xwe lê bigirin û di 2008`an de bi fermî bû navenda Partiya Beesê.

Dagirkirin û talan kirin

Bi destpêkirina krîza Sûriyê, derketina rêxistinên tundraw re, çeteyan dest danî ser navendê û her tişta tê de dizî, talan kir. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê navçe dagir kir, navenda çand û huner jî veguherandin navenda belavkirina îdeolojiya xwe da ku xelkê navçeyê li ser fikrên xwe yên tundraw perwerde bikin. Dînê Îslamê jî ji bo van çeteyên hov, tenê rûpoşek bû ji bo ku faşîzma xwe ya civakî belav bikin.

Beriya ku çeteyên DAIŞ`ê navçeyê dagir bikin, li Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Huner zêdetirî hezar pirtûkî hebûn, lê çeteyan hin ji wan şewitandin, di heman demê de saloneke înternetê jî hebû ku hîna venebûbû. Li vê hola înternetê deh kompûterên ser kabokan (laptop) hebûn. Endamên çeteya DAIŞ´ê ew laptop jî dizîn. Holeke taybet bi zarokan û sînemayeke piçûk jî li navendê hebûn, lê çeteyan ew xira kirin. Wekî din li navendê holeke dirûtinê ya taybet ji bo jinan heye ku rejîma Beesê ava kiribû da ku welatiyan ber bi xwe ve bikişîne û wan li ser fikra xwe wan perwerde bike.

Niha ewle û aram e

Piştî ku Hêzên Sûriyeya Demokartîk (QSD) navçe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, navçe radestî xelkê herêmê kir û ewlehî û aramî lê misoger bûn. Navenda Şehîd Xabûr a Çand û Huner jî veguherî cihê perwerdekirina welatiyan li ser mijarên muzîk, govendên gelêrî û hunerên şanoyê. Lê mixabin lawazî di çanda xwendinê de heye ji ber ku xwîner kêm in û pirtûk jî kêm in.

Pêkhate hemû, yanî Kurd, Ereb û Tirkmen cihê xwe di rêvebiriya navendê de digirin û zêdetirî 40 xebatkarên Kurd û Ereb li navendê dixebitin. Rewşa navendê niha aram e.

Nifşekî nû ava dibe

Endamê rêveber ê navendê û mamosteyê şanoyê yê li navenda Şehîd Xabûr, Şêx Nebî Hebeş li ser xebatên xwe dipeyive û dibêje, "Em bi derfetên xwe hemûyan hewl didin navendê bi pêş bixin û piştî rizgarkirina wê ya ji terorê, me karî hinekî ruh bi navendê bînin. Di salên li pêşiya me de rewşa navendê wê baştir bibe, ji ber ku ew ê nifşekî ku karibe navendê baş bi rê ve bibe, ava bibe."

Xabûr Çiya (Nîdal Behaedîn) 4`ê Gulana 2014`an di encama şerê li dijî çeteyên DAIŞ`ê li Girê Sêfê şehîd bûbû. Ev dever 27 kîlometroyan li başûrê Kobanê ye. Beriya ku navê wî li navendê bê kirin, navê wî li girê lê şehîd bûbû, hatibû kirin. 

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.