Bêdengiya kevir û ruhê bîrê

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 25 Tebax 2026 - 16:00

  • “Ger ez xebatek hunerî bûma, min ê hilbijêrta  ku bibim berhemeke  neqedandî … Ji ber ku mikemelî diyalogê diqedîne, lê kêmasî derî li şîrovekirinê vedike.”

 

Peykersaz Akram Saffan ku ji ber şer û wêraniya ji Sûriyeyê reviya û neçar ma xwe bispêre Tirkiyeyê, peykersazekî dêrîn e ku rastî rûyê herî bêrehm ê şer hatiye. Akram Saffanê ku di pêvajoya şer de ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû desteserkirin, bi sûdwergirtina ji pêleke bombebaranê ya li cihê ku lê dihat girtin, karîbû bireve. Hunermendê ku bi rêyên qaçax û xeternak gihişt Tirkiyeyê, tevî hemû zehmetî û tengasiyên debara jiyanê yên ku pê re rû bi rû ma jî, qet ji hunera xwe qut nebû. Akram Saffan ê ku bi pêşangehên xwe yên li bajarên cuda, bi taybetî li Mêrdîn û Rihayê deng veda, peykerên xwe wekî şahidên bêdeng ên şer, şîdet û trajediyên mirovahiyê bi nav dike. Me bi hunermendê ku êşên kûr û ezmûna koçberiyê yên jiyaye bi zimanekî gerdûnî di berhemên xwe de dihone re, li ser huner, bîr, girêdana civakî û kontrola bazirganî ya piyaseya hunerê ya îroyîn axivî.

Hûn wekî hunermendekî serbixwe jiyana xwe ya hunerî didomînin. Giraniya koçberiyê û hestên kûr ên ku dide jiyîn, di xebatên we de bi awayekî berbiçav û hestyarî reng dide hunera te. Berhemên we piranî caran wekî qeydên bîrê ne. Di vê çarçoveyê de, hûn têkiliya di navbera huner û bîrê de çawa pênase dikin?

Materyala peykarsaz çi dibe bila bibe, tenê bi kolana latê re mijûl nabe, di heman demê de tiştê ku di bêdengiya materyalê de veşartî ye jî eşkere dike. Wekî ku giyanek azad bike ku li benda kêliya derketina xwe ye… Bi her lêdana mûcê re, hewldana zayînê di peykerekî nû de xuya dibe. Tiştê ku ez dixwazim bibêjim tam ev e: Têkiliya di navbera huner û bîranînê de ne parastin û vegerandinê ye, lê belê afirandin û berdewamî ye. Ez hunerê wekî berhema bîra mirovahiyê dibînim û bîranîn jî wekî ruhê hunera nemir dibînim.

Bi gelemperî, dema ku ew dixwazin min bibînin, ew bi piranî dipirsin ka çima û çawa ez ji Sûriyê hatim û şer çawa bandor li hunera min kir. Lê ne bersiva van pirsan, bêtir  li ser pirsên hunerê dê bêtir ravekirî be. Belê, şer ji hêla psîkolojîk ve bandor li me hemûyan kir. Tê bîra te, dema ku me hev nas kir, tu hatibûyî atolyeya min, me kişanê kir û min pêvajo bi te re parve kir. Ez nû hatim vî welatî, piştî şer bû. Niha em di sala 2026’an de ne û ez hê jî berhemên xwe yên hunerî didomînim. Ez li ku derê dibim bila bibim, hilberîna xwe didomînim. Ji ber ku ez di dema hilberînê de tiştê di ruhê xwe de eşkere dikim. Helbet, ev peyker, ev rû bê çîrok nîn in. Ew ji derketina ezmûnên min, jiyana min, têkiliyên min, tiştên ku min dîtin û hîs kirin pêk hatin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li welatên din gelek pêşangehên min çêbûn. Berdewamkirina hilberînê tê vê wateyê ku ruhê min hê jî  heye.

Peyamek we heye ku hûn dixwazin bi hunera xwe ragihînin? Hûn di du welatên cuda û tecrûbeyên cuda re derbas bûne, vê yekê teqez bandor li ser hilberîna we kir. Ji ber vê yekê, hûn bi karên ku hûn bi van tecrûbeyên xwe hildiberînin çi peyamê didin mirovan?

Divê her û her hûn hilberînin ji ber ku heke hûn helberînin, ev tê wê wateyê ku hûn xwedî ruhekî zindî ne…

Tê gotin ku ji bo her hunermendekî çavkaniyeke hilberînê heye. Çavkanî û hestê we ya ji bo vê yekê çi ye? Îlhama we ya hûnerî çi ye?

Bê guman, jiyan ezmûnek mezin û rastiyek mezin e. Ma ev ne çavkaniya herî mezin e?

Me diyar kir ku tecrûbeyên we wekî hunermendek takekesî û serbixwe di karê we de ruh heye. Li gorî we divê huner bi civakê re girêdayî be?

Huner civakî ye û divê civakî bimîne. Huner li derveyî civakê çênabe, berevajî, ew di nava civakê de dilerize. Peykersaz ne tenê teşe dide kevir, di heman demê de  teşe dide pirsên ku mirovahî di dema xwe de pê re mijûl dibe. Civak çavkaniya çîrok, êş, kêfxweşî û nasnameyê ye û huner zimanê ku forma mayînde dide van hemûyan. Ji ber vê yekê, ez difikirim ku hunermendê rasteqîn ji civaka xwe divê dûr nebe, berevajî wê ew guhdariya civakê dike, dengê  dilê ccivakê dibîhîse û vediguherîne berhemên ku dibin şahidê serdema xwe û derî li ber fikirîn û piştrastkirina peyama hunermend vedike.

Yek ji pirsgirêkên herî dijwar wekî hunermendên serbixwe kêmbûna çavkaniyên darayî û çavkaniyên wekheviyê ye ku em di hilberîna berheman de hewce ne. Ev rewş bi awayekî xwezayî bandorê li qonaxa hilberîna me dike. Em bi gelemperî di hilberîna we de materyalên vezîvirandinê dibînin. Ev bê guman girîng e, lê di heman demê de xuya dike ku kêmasiyek darayî jî nîşan dide. Wekî ku hûn dizanin, mixabin, huner bûye projeyeke bazirganî. Niha mirov vê yekê wekî hewldaneke giyanî an jiyanî nabînin, lê tenê wekî hilberîn û firotina berheman dibînin. Hûn li ser vê yekê çi difikirin?

Piyaseya hunerê ya îroyîn, pirtir ketiye bin bandora qanûnên arz û daxwazê. Navdarî, mezat û platformên dîjîtal carinan ji nirxê estetîk an entelektuel bêtir bandorê li nirxê berhemekê dikin. Ev rewş, bû sedem ku hin hunermend ne tiştên ku jê bawer dikin, tiştên ku tên firotin hilberînin. Bêguman rewşeke zehmet e. Lê belê, tevî ku ji bo mayîna li jiyanê neçar bin berhemên xwe bifiroşin jî, hin hunermend hene ku hunerê wekî çalakiyeke manewî, pirseke hebûnî û amûreke fêmkirina mirovahî û cîhanê dibînin. Firotina berhemeke hunerî, hunerê teqez xira nake. Pirsgirêk, dema firotin dibe armanc û afirînerî jî tenê dibe amûrek, derdikeve holê. Materyalên di destê we de çi dibin bila bibin, hilberîneke vekirî ji hunerê re heye, ji ber ku yên teşe û ruh didinê em in. Dema ku bazar arasteyî hunerê bike, berhem dê hin tiştan ji ruhê xwe winda bike. Lê dema ku huner arasteyî bazarê bike, nirxê madî bi serê xwe nabe armancek, dibe encameke xwezayî. Belê, ez ji Sûriyeyê hatim, min li wir jî huner hildiberand, ez li vir jî hilberînê didomînim. Lê ji bo hunermend û peykersazekî, belkî pirsa girîng ev e: Gelo huner îro hê jî mirovahiyê vediguherîne, an tenê bûye metayek ku dîwaran dixemilîne?

Pirtûk an fîlimên li ser hunerê hene ku hûn pêşniyaz bikin? Hunermendên ku hûn ji xwe re wekî referans dihesibînin hene?

Ez dikarim pirtûkekê bixwînim, fîlmekî temaşe bikim, an jî li ser xebatek Michelangelo, Rodin an Giacometti bifikirim, lê ez ne li bersivan digerim, lê li pirsên nû digerim. Huner, di bingeha xwe de, ne berhevkirina zanînê ye, lê berfirehkirina dîtinê ye. Ez bawer dikim ku huner  bi pirtûkek, fîlmek an jî navê hunermendekî ve nayê sînorkirin. Xala referansa rastîn ji bo hunermend jiyan bixwe ye. Ez dibêjim ku lêgerîn li ser sînorên kesên din nasekine, ji ber ku ezmûna mirovî ramanên li pişt karê hunerî pêş dixe û projeyên hunerî yên berdewam encamên rastîn ên hunermend derdixin holê. Ez her dem dibêjim ku dema ku hûn hunermend bin, divê armancek we ya rastîn hebe. Ez formekê çênakim, lê belê ez hesteke ku di madeyê de girtî ye azad dikim. Ez sembolekê çênakim, lê belê ez pencereyek di navbera cîhana hundir û derve de vedikim. Tiştê ku me dorpêç dike ne bi qasî ku em difikirin demkî ye. Her hûrgulî sir û raza xwe vedişêre û çîroka her sîberekê heye. Ji bo min huner ne xemilandina rastiyê ye, ew eşkerekirina tebeqeyên veşartî yên di kûrahiyên xemgînî, şahî, evîn, hêvî û dayînê de ye.

Tu peykersaz î, lê di heman demê de tu bi wênesaziyê re jî eleqedar î. Ji ber vê yekê, heke tu berhemeke  hunerî bûyayî, ew berhem dê çawa bûya?

Ger ez berhemeke hunerî bûma, min ê hilbijêra ku bibim berhemeke neqedandî ji ber ku mukemelî diyalogê bi dawî dike, lê kêmasî derî li ber şîroveyê vedike. Hunera rasteqîn, ne di tiştên ku em dibînin de ye, di şiyarbûna pirsên di hundirê me de veşartî ye. Ji ber vê yekê, nirxê berhemekê ne di temambûna wê de ye, di wê yekê de ye ku derfetê dide her kesê ku nêzîkî wê dibe da ku ji xwe tiştinan tê de bibîne.

ÇAVKANÎ : PÛNG MEDÎA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.