Baxçeyê Monet ê ku li bajarokê Giverny yê ser bi Parîsê, dîsa deriyên xwe vedike.

Baxçeyê ku şêwekar Claude Monet lê berhemên xwe yên herî bi nirx xêz kiribûn, ji ber koronayê ev demek bû hatibû girtin, lê niha ji bo serdenan dîsa hat vekirin.

Claude Monet gelek tabloyên xwe li vî baxçeyî xêz kiribûn û ev baxçe jê re bûbû cihûwarê îlhamê. Di nav baxçe de goleke avê û gelek cûreyên kulîlkan hene. Her wiha pira bi şêweya Japonî hatiye çêkirin jî di nav baxçe de ciyê xwe digire û baxçe bi kulîlkan hatiye xemilandin.

Ji ber şert û mercên koronayê, rojê tenê 200 kes dikarin serdana baxçeyê Claude Monet bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN