Bavê şanoya epîk:Brecht

Nûçeyên Dosye

Pêncşem 13 Tebax 2020 - 23:00

  • Brecht di jiyana xwe de ji aliyê neteweperestê hişk ber bi aliyê komunîst, ji wir jî ber bi aliyê lihevkirê desthilatê, kete ber gelek bayan. Lê wî ji 15 saliya xwe ve her helbest, şanonivîs û pexşan nivîsî. Teoriya wî ya şanoya epîk îro jî dike ku mirov navê wî hilde.

Beriya bi 64 salan weke îro yek ji navdartirîn şair û nivîskarê elmanînivîs ê sedsala 20´an Bertold Brecht wefat kir. Lê hê jî berhemên wî, fikr û kirinên wî tesîra xwe dewam dikin. Berhemên wî yên edebî û angajmana wî ya siyasî û civakî, hesabên wî yên beramberî xwe, timî di nav hev de bûn. Nexasim piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn helwêsta wî ya beramberî xwepêşandanên karkeran li Berlînê wê bibûya cihê rexneyê. Wî bi helbestê xwe ji rêveberiya DDR´ê dûr kiribe jî, eşkere ev ti carî nekir.
Ew sala 1898´an li bajarê Başûrê Elmanyayê Augsburgê 10´ê Sibatê tê dinê. Malbata wî hingê halxweş e. Bavê wî (Berthold Friedrich Brecht) di fabrîkaya kaxezan a li Augsburgê de rayedar e sala 1901´ê û sala 1917´an ew dibe midûrê beşa firotinê hemûyî. Dayika wî Wilhelmine Friederike Sophie jî ji maleke piçûk a memûran e. Dayika Bertolt Brecht (a rastî Eugen Berthold Friedrich Brecht) xweşî nedîtiye. Ji ber depresyon û pençeşêrê malbatê xizmetkarek girtiye. Dayika wî sala 1920´an dimire. Die Lied von meiner Mutter (Strana dayika min) ew wiha dinivîse ji bo êşên dayika xwe: “Êdî rûyê wê nayê bîra min, ka çawa bû beriya ku hîna êşên wê nebûn.”
Di kurteçîrok û pexşanên din ên Brecht de katolîkî û protestanî gelek caran xwe dide der. Dibe ku tesîra navmala wî be ya ku kirî ev yek evqasî eşkere xwe di berhemên wî de bide der. Bavê wî Katolîk bûye, dayika wî Protestan. Herduyan biryar daye zarokên xwe Protestan mezin bikin. Yanî Brecht li devereke pirranî Katolîk weke Protestan mezin bûye. Wî dibistana xwe heta amadeyî li Augsburgê xwend.
Brecht hîna 15 salî bû wî tevî hevalê xwe Fritz Gehweyer wî rojnameyeke şagirtên dibistanê derxist. Pirraniya nivîsan wî dinivîsandin, gelek jê bi navê cihê. Zêdekirina rojnameyê jî karê wî bû. Ji bo vê rojnameyê wî dest bi nivîsandina helbest û pexşanê kir. Di vê rojnameyê de wî şanoyeke yek perde ya bi navê Die Bibel (Incîl) jî weşand. Navê rojnameya wî jî Die Ernte (Paleyî) bû.
Eşqa wî ya ji bo şerî, kir ku ew sala 1917´an navê xwe ji bo xizmeta şerî qeyd bike. Bi vê jî wî 18 salî lîse qedand û bi karên nivîsê û yên baxçe wî ev xizmeta hanê kir. Piştî şerî wî dest bi xwendina tibê kir li Munchenê. Fermî wî tib û fîlozofî dixwend. Lê li şûna van dersan, ew diçû dersên wêjeyê yên Artur Kutscher. Di sala 1918´an de bi navê wî Baal wî lîstikeke şanoyê nivîsî û ji Kutscher, Lion Feuchtwanger, Jacob Geis û Alfred Kerr re şandin, lê ev hewldana wî bi ser neket. Di vê demê de helbestên wî yên herî navdar jî peyda bûn; nexasim jî Legende vom toten Soldaten (Efsaneya eskerên mirî) û Luzifers Abendlied (Strana êvarê ya Luzifer).

Skandala Efsaneya eskerî mirî

Brecht Çileyê 1919´an dest bi şanonivîsa bi navê Spartakus nivîsî paşê wî yê navê ‘Trommeln in der Nacht’ (Bi şev li daholê xistin) lê bikira. Heman salê wî şanonivîsên yekperdeyî jî nivîsîn, lê yek ji wan jî hingê li ser dikê nehat nîşandan û weke kitêb jî nehatin weşandin. Lê belê Îlona 1921´ê jê hat ku serhatiya korsanan Bargan di rojnameyeke neteweyî Der Neue Merkur de biweşîne.
Ew ê sala 1922´yan derketa ser dika Trude Hesterberg a bi navê Wilder Bühne li Berlînê, û wî yê strana ‘Efsaneya eskerê mirî’ li ber gîtarê bigota; ev ê bibûya skandalek. Piştî vê wê serketina wî çêbûya. “Bi şevê li daholê xistin”, li Munchenê hat nîşandan. Paşê, Baal ji weşanên Kiepenheuer derçû. Piştre, Deutsche Theater li Berlînê peymana derxistina ser dikê ya tevahiya şanonivîsên Bertolt Brecht qebûl kir. Bi vê jî Brecht Xelata bi navê Kleist-Preis wergirt. Ew di heman demê de weke dramaturg û derhêner li Şanoya Munchenê dixebitî.

Êrişên naziyan li dijî Brecht

Şanoya wî ya bi navê Dickicht 9´ê Gulana 1923´yan li Munchenê hat nîşandan, lê naziyan di nîşandana diduyê de bombeyên bêhngenî avêtin ser dikê û ji ber nerazîbûna xelkê, piştî nîşandana 6´an jî hew hat nîşandan. Heman salê li Berlînê ew bi karê derhîneriyê dîsa rabû. Lê ne serketî bû.
Sala 1924´an li ser helbestên xwe “Hauspostille” şixulî û ev helbest 1927´an hê nû hatin weşandin. Ew li Berlînê bi cih bû û hêdî hêdî veguherî komunîstekî û bû endamê KPD (Partiya Komunîst a Elman). Bi berhemên ji bo şanoyê yên weke Mann ist Mann (Mêr mêr e; 1926) jî armancên siyasî danîn ber xwe. Pê re jî rexneya wî ya li şanoya bajarî a Elman dest pê kir. Hevkariya wî ya bi Kurt Weil re ya destpêka salên 1930´î jî wê ji bo peydabûna şanoya epîk diyarker bûye. Encama vê hevkariyê berhemên weke dersên bi muzîka avangardîst bûn, weke Lindberghflug 1929, operaya dersê Der Jasager (Erêbêj; 1930), Die Maßnahme (Tevdîr; 1930).
Naziyan sala 1930´î nîşandana şanoyên Brecht timî xira kirin. Sala 1933´an polîs bi xwe nîşandaneke Die Massnahme betal kir. Hema rojekê piştî şewitandina Meclîsê li Berlînê, wî, malbata wî û hevalên wî 28´ê Sibatê Berlîn bi cih hiştin û mişextî derveyî welêt bûn. Piştî Prag, Viyana, Zurichî dawî ew ê biçûya Parîsê. Naziyan kitêbên wî şewitandin û hemû qedexe kirin.

Ji ber FBI´yê xwe avêt Ewrûpayê

Li Parîsê ew li ser baleta bi navê “Die sieben Todsünden (Heft gunehên giran)” şixulî û ev li Théâtre des Champs-Elysées li Parîsê Tîrmeha 1933´yan hat nîşandan. Li Danîmarkayê wî sala 1938´an Leben des Galilei (Jiyana Galilei) nivîsî. Sala 1942´yan ew çû Emerîkayî, nêzî Hollywoodê li malekê ma. Ew li vir weke senarîst û nivîskarê şanoyê ne serketî bû. Wî navê “Mamosteyê bê şagirt” li xwe kir. Dawiya sala 1947´an FBI´yê îfadeya wî girt û rojekê piştre ew çû Zurîchê. Çûna wî ya rojavayê Elmanyayê, Emerîkayê lê qedexe kir. Heman salê li Churê Antigone ya Sophokles bi şiklê Brecht nivîsandî, hat nîşandan.
Ew dawiya sala 1948´an çû rojhilatê Elmanyayê, herêma Sovyetan dagirkirî. Brecht serê pêşî xwe ji daxuyaniyê siyasî dûr girt. Li Berlînê wî pêşî karûbarên xwe yên weşanê safî kirin. Lê wî dixwest vegere şanoyê. Wî 11´ê Çileyê 1949´an lîstika Dayika Courrage û zarokên wê derxist ser dikê li Berlînê. Ev jî bû serketineke mezin ji bo şanoya wî. Sedema serketinê jî teoriya Brecht a şanoya epîk bû.

Ne bi dilê xwe ma li Berlînê

Brecht ji ber ku terciha wî ne Berlîn bû, li alternatîfan geriya û miracaetî welatîbûna Awusturyayê kir, ji ber hevjîna xwe ya berê ya Awusturyayî li Salzburgê bi cih bû. Ew li ser ‘Jedermann’ şixulî. Lê belê li ser rexneyên dijwar ên li Awusturyayê, bêyî bidawîkirina ‘Jedermann’ê, ew ji Elmanyayê Nîsana 1950´î veqetiya.
Brecht sala 1951´ê li ser operaya bi navê Die Verurteilung des Lukullus (Mehkûmkirina Lukullu) xebitî. Wezareta çandê ya DDR´ê ji bo ev şanoya hanê bi bin keve, bilêt tenê dan rayedarên ku wan hêvî dikir, ji lîstikê aciz bin. Lê Brecht di van nîşandanan de, timî li lihevkirinê vekirîbû. Heta, heman salê wî Xelata Netewetyî ya DDR´ê wergirt.

Xwe neda ber rexnekirina DDR´ê

Xwepêşandanên karkerên DDR´ê yên 17´ê Hezîrana 1953´yan kir ku Brecht hem ji SED´ê re û hem jî ji Sovyetan re nameyan binivîse. Li ser xwepşandanan wî digot, “Xwepêşandanên 17´ê Hezîranê nerazîbûna qismekî mezin ê karkerên Berlînê ji hin tevdîrên aborî dide der. Hêmanên rêxistinkirî yêîn faşîst hewl didin vê nerazîbûnê bi kar bînin.” Wî pesnê destwerdana eskerên Sovyetî jî dida.
Brecht wê biketa ber rexneyan, tevî ku mûçeyê wî 3000 mark bûn, beramberî nerazîbûna karkerên şanoyê yên ku mûçeyê wan 350 mark bû, ew bêdeng dima. Lê belê ji helbestên wî diyar bû ku ew xwe ji rêveberiya DDR´ê jî dûr dihesibîne. 14´ê Tebaxa 1956´an gava ew li Berlînê mir, li pey xwe kuliyateke mezin a berhemên lîrîk, pexşan û teoriya şanoya epîk hişt. Kurteçîrokên wî yên ku di Kalendergeschichten de hatin weşandin jî, ji van berheman ên herî zêde belavbûyî ne. Kurteçîrokên Brechtî Du kur, Gêçlovera Augsburgê, Pîra nehêja, û Hora û Kuryas hatine wergerandinî Kurmanciyê. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.