Li welatên Rojhilata Navîn, Îran û Tirkiye ne tê de, xizmetên veguheztina welatiyan nayên plankirin. Rojava bi derfetên kêm jî be, vê yekê dike. Li Qamişloyê, şaredariyê par bi Basên Gel misoger kir. Di vê serdema înflasyona zêde ya lîreyê Sûrî, ev yek welatiyên destteng gelekî rehet dike.
Şaredariya Gel a Qamişlo li ser çima Basên Gel dibêje, ”Şirketên taybet ên minîbusan 100-200 lîre serê seferê distandin û taksî jî 1000 ta 2000 lîreyan serê seferê distînin. Ev yek ji sedeman bû. Ya din jî ew bû em ahwîrdorê bigihînin Sûkê. Me sala 2019´an bi 7 basan dest pê kir. Me bihayê seferê weke 25 lîre diyar kirin û ev jî gelekî erzan e. Ji ber Înflasyonê biha niha 50 lîre ye. Xelk ji vê gelekî razî ye, ji ber ku bi erzanî xwe digihînin nava bajêr.”
Tevî ku niha di çarçoveya tevdîran de bas bi rêk û pêk tên kontrol kirin ji bo mesafeya fizîkî misoger be, dîsa jî rojanbe qederê 10 hezar kesan Basên Gel bi kar tînin. Heman sîstem ji bo çûna Hesekê jî hatiye cîhbicîhkirin. Li gorî Şaredariya Gel, ev ê xwendekarên zanîngehê gelekî rehet bike. Armanca şaredariyê ew e ku vê xizmetê belavê bajarên din jî bike. Û seferên weke yên ber bi Hesekê ve jî ber bi herêmên Reqa û Feratê jî ber fireh bike.

QAMIŞLO