‘Bar Helbest’ bi hejmara 8’an derket

Nûçeyên Jiyan/Civak

Sêşem 24 Îlon 2024 - 17:45

  • Kovara helbestê "Bar Helbest" bi hejmara xwe ya 8'an li pêşberî xwendevanên xwe ye.
Kovara Bar Helbestê di vê hejmara xwe de helbestvan Yeqîn H. kiriye berg û ligel wêneyekî wî gotina wî "Helbest di zimên de sefandina zemên û di zemên de sexberiyazimên e" xistiye berg. Kovarê di vê çarçoveyê de ligel Yeqîn H. hevpeyvînek kiriye. 

Di hevpeyvina dirêj de Yeqîn H. li ser du helbebstvanên mezin ê kurd wisa dibêje, "Ez ji helbesta me ya îro du mînakên nakok bidim: Yek jê Arjen Arî ye ku helbesta wî miştemişt deng û aheng e, têra xwe helbesteke sîmetrîk e, lê di xwe de jî hêwirzeyeke tîr û reqsok e, ruh tev dide! Îcar berovajî Arjen Arî, helbesta Berken Bereh asîmetrîk e, lê di hûrgiliyan de deng û ahengeke nepen  heye, hinga ku tu daxilî (hi)navê dibî, di xwe de  dixulxule, difûre. Yanî, helbest jixwe her hêwirze bûye û wê wiha jî be. Divê pak were hilçinîn."
  
Ji bilî vê kovarê hevpeyvîneke ku ligel helbestvana swêdî Katarina Frostenssonê hatiye kirin ji swêdî wergerandiye kurdî. Di hevpeyvînê de fikren wê yên li ser helbestê dertên pêş. Li aliyê din helbesteke wê jî ji bo kurmancî hatiye wergerandin û belavkirin.
Li aliyê din nivîsa Edgar Allan Poe ya derheqê dîdaktîzmê de û nivîsa Miradê Miradan a derheqê ‘poetîka’ya Arîstotelesî de hin nivîsên ku di kovarê de hatine belavkirin.
Di kovarê de ji bilî kurdî ji gelek zimanên din jî helbest hatin belavkirin. Ji ingilîzî, ermenî, fransî, spanyolî, îtalî, almanî, holandî, swêdî, erebî û farisî helbest hatin wergerandin û belavkirin.

Di vê hejmarê de kesên wekî Azad Rêbiwar, Bahadîn Akhan,  Toon Tellegen, Conrad Aiken, Edgar Allan Poe, Ciwan Nebî, Rêzan Diljen, Nûroj Munzûr, Hovhannes Şiraz, Rizgar Elegez, Sylvia Plath, Enwer Yilmaz, Maya Angelou,  Jorge Luis Borges, Emerîkê Sidîqayê, Ehmedriza Ehmedî, Yeqîn h., Berken Bereh,  Paul Eluard, Jacques Prévert, Thomas Kinsella, Sidîq Gorîcan, Yehya Omerî, E. E. Cummings, Elî Ebdollahî, Giuseppe Ungaretti, Mehmet Çalişçi, Wirya Mezher, Mihemed Elî Bayram, Louise Gluck, Miradê Miradan, D. Alend, Paul Éluard, Mîna Esedî, Evdilwehab Elbeyatî, Canê Dêrikî, Yves Bonnefoy, Îbrahîm Şadman Mêsirkanlû, Hêmîn Mukriyanî, Nalî, Zembîlfiroş bi berhemên xwe cih girtine.
NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.