Hin wêne hene sade û besît in lê hestên xweşik bi mirovan re çêdikin. Wênegir Fares Micue di dîmenên xwe yên dawî de balonên rengorengo bi kar tîne û heman hestan bi mirovan re çêdike. Ew bi van balonên ku li ser wêneyan zêde dike, kûrahî û maneyên nû derdixe holê. Gava mirov li wêneyên wî yên bi balon dinihêre, bivenevê di hundirê mirov de hestek ango enerjiyek çêdibe û mirov ji van wêneyên wî hez dike. Wêneyên wî mînîmal in û rengên zindî bi kar tîne. 

Fares Micue dibêje, “Balon şiroveya hest û enerjiyê ne, tiştên li derûdora me li ser jiyana me bandorê dikin. Hin tişt ruhê mirov teng dikin, hin tişt dikin ku mirov bifire û hin tişt jî hêviyê bi mirovî re çêdikin. Şiklên gilover qalibekî sabît û xwezayî yê vê dinyayê ne. Roj, heyv, dinya û gerstêrk giş gilover in. Balon jî wek hestan nazik û kubar in û zû dişikên ango diteqin. Heger qorzî û quncik tine bin, ew nikarin tiştekî veşêrin, ev yek jî nîşaneya rastî û zelaliyê ye. Ji bo teswîra van hestan, malzemeyeke guncaw e.”

NAVENDA NÛÇEYAN