Li Ewrûpayê lêkolîneke li ser baweriya mirovan bi mirovên din hatiye kirin. Ji bo vê lêkolînê ji 2017´an heta 2022´yan dane hatine berhevkirin. Li gorî vê lêkolînê welatên ku mirovên wê herî zêde baweriyê bi derdora xwe tînin, welatên bakurê Ewrûpayê û Skandînavyayê ne. Li Danîmarkayê ji sed kesan 74 kes bawer dikin ku mirov dikare baweriya xwe bi pirraniya mirovan bîne. Ev rêje li Norwêcê ji sedî 73 li Fînlandiyayê ji sedî 70, li Swêdê û Îslandayê jî ji sedî 64 û 63 ye. Welatên ku sîstemên wan ên halxweşiyê bi pêşketine yên weke Holanda û Swîsreyê jî rêjeyên ji sedî 60 nîşan didin.
Welatê ku li wan mirov herî kêm baweriyê bi mirovên din tînin, yên Balkanan, Tirkiye û Qibris in. Li Albanyayê tenê ji sed kesan 3 baweriyê bi pirraniya mirovên li derdora xwe tînin. Li Qibrisê ji sedî 7, li Yewnanistanê ji sedî 8 û li Tirkiyeyê ji sedî 14´ê mirovan baweriyê bi pirraniya mirovan tînin. Ev welat hemû jî her yekî beşek bûn ji Împaretoriya Osmanî. Gelo ev rewş tesaduf e yan elaqeya xwe bi vê rabihuriya wan re heye.
NAVENDA NÛÇEYAN