Hêzên Piştevaniya Lezgîn li bakurê Xertûmê balafireke şer a artêşa Sûdanê xist xwarê.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn ragihand ku balafireke şer a bi tîpa MIG a artêşa Sûdanê li herêma Kebaşî ya bakurê Xertûmê xistine xwarê.
Hêzên Piştevaniya Lezgîn bi daxuyaniyekê ragihand ku balafirên artêşa Sûdanê li 3 bajarên Sûdanê tax bombebaran kirin û di encamê de bi dehan sivîl birîndar bûn.
Ji Nîsana bihurî ve şerê di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştevaniya Lezgîn de dewam dike. Li gorî Neteweyên Yekbûyî, di encama şer de zêdetirî 3 hezar kesan hatine kuştin û zêdetirî 2 milyon mirovan koçber bûne.
NAVENDA NÛÇEYAN