Niha nexweşiyek bi stêrkên deryayê ketiye û wan difetisîne. Sedem bakterî ne. Ev şiklê bakteriyan qederê milîmekê dikeve bin çermê stêrka deryayê û oksîjena di avê de jê digire û dike ku stêrka deryayê bifetise. 

Ev cinsê bakteriyan dikarin di avên germ de gava ku madeyên organîk zêde bin, zêde bibin. Cara pêşî ev nexweşî li stêrkên deryayê sala 2013´an hatibû dîtin. Hingê zanyaran bawer dikir, sedema nexweşiyê vîrusek be. Niha derket holê ku ev ne înfeksiyoneke vîrusê ye, lê belê ji ber bakteriyekê ye. Yanî bakterî bi xwe, gava ku têr dibin ji madeyên organîk, li avên germ, zêde zêde dibin û di bin çermê stêrkên deryayê de oksîjenê ji wê re nahêlin.

MÎAMÎ