- Lîstikvanê futbolê Bextiyar Rehmanî (Bakhtiar Rahmani) yê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi Dalkurdê re peymaneke 3 salan mohr kir.
Lîstikvanê meydana navîn ê futbolê Bextiyar Rehmanî (Bakhtiar Rahmani) yê ji Rojhilatê Kurdistanê, bi Dalkurdê re peymaneke 3 salan mohr kir. Rehmanî yê 29 salî heta niha di tîma Sabail FK ya Azerbaycanê de dilîst.
Li ser transferbûna xwe Bextiyar Rehmanî got, "Ez dixwazim serê pêşî şikr ji Xwedê re bikim ku ev derfet da min. Ez gelekî bextewer im. Ez hez ji Dalkurdê dikim û gelek dostên min ên baş, timî ji min dixwestin ez ji bo Dalkurdê bilîzim. Cihê xemgîniyê ye ku ez beriya niha neketim vê tîmê. Lê dereng jî be, ji tine çêtir e. Niha ez li vir im û ez hêvî dikim karibim alîkariya klubê bikim. Armancên min ên mezin hene. Ez hêvîdar im her kesê di klubê de wê bi dewra xwe rabe û em ê klubê ji nû ve bixin lîga herî jor a futbolê."
Ew di tîma Foolad a Îranê de 9 sezoina lîst û tê de kaptaniya tîmê kir. Ew ji tîma Qeterî Al-Shamal re jî sezonekê lîst. Ew piştrast e ku ew ê sezoneke baş û serketî bi Dalkurdê re derbas bike.
Wî alîgirên Dalkurdê jî silav kirin û got, "Her kesê alîgirê Dalkurdê ye yan jî lê temaşe dike, wan tesîreke mezin kir da ku ez vê biryarê bidim. Ez hêvîdar im ew ê desteka ji bo klubê dewam bikin.
UPPSALA