Ji kuna “weke geliyekî” ya li ser rûyê tavê, îro dibe ku bahozeke dijwar a tîrêjên rojê li dinyaya me bixe. Ji vê kunê dibe ku materyalên tavê bi lezeke saetê 2.9 milyon kîlometreyan werin pijiqandin.
Ji vê rewşê re ba yan jî bahozên tavê (rojê) tê gotin. Heger ji vê kuna mîna geliyê bayên tavê bên, ew ê bi lezeke zêde li bin guhê meydana manyetîk a dinyaya me bikeve. Ev bahoz dibe ku îro û sibe jî dewam bikin.
Ev kunên hanê esas ne kun in; ew li atmosfera jor a tavê peyda dibin, lê ji wan re dîsa jî “kunên koronal” tê gotin . Li van deveran gaz yan jî plazmaya elektrîk bar kirî kom dibe û ji hawîrdora xwe kêmtir germ e. Ji ber wê jî weke kuneke reş xuya dike.
Dibe ku ji van bayên tavê bên. Ew jî esas pirraniya wan elektron, proton û zerreyên alfa ne. Meydana manyetîk a dinyayê wan digire. Lê gava zêde xurt bin ew bahozeke jeomanyetîk çêdikin. Bahoza ku wê îro û sibe li dinyayê bixe, wê di asta G.1 de be, yanî zêde xurt nîne. Ew dikare zirarê bike li satelîtan û sîstemên diyarkirina cih ên GPS´ê.
Yek ji bahozên tavê yên herî xurt sala 1989´an qewimîbû û bûbû sedem ku gelek xetên elektrîkê, sîstemên elektronîk û ên kompûteran li dinyayê xira bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN