- Koma Musica Alta Ripa tevî Mêvan Yûnis (Mevan Younes) û Hogir Goregen konsera 'NOURUZ - Bach und kurdische Tänze (NEWROZ: Bach û govendên Kurdî)' 6´ê Îlonê li Lehrte li avahiya Kurt-Hirschfeld-Forum pêşkêş bikin.
Demeke dirêj e, ji ber şewba vîrusa Koronayê li Elmanyayê li deverên sergirtî çalakiyên çandî li xelkê vekirî çênebûn, lê ev yek hêdî hêdî diguhere. Bernameya çandê ya havînê ya hawîrdora bajarê bakurê Elmanyayê Hannoverê jî gelek konser amade kirine. Konsera fînalê bi xwe yeke taybet e: “NOURUZ - Bach und kurdische Tänze (NEWROZ: Bach û govendên Kurdî)”. Koma Musica Alta Ripa tevî Mêvan Yûnis (Mevan Younes) û Hogir Goregen vê konserê pêşkêş dikin. Ev konser wê 6´ê Îlonê li Lehrte li avahiya Kurt-Hirschfeld-Forum bê pêşkêşkirin.
Koma Musica Alta Ripa heta niha gelek xelat girtine û di nava van xelatan de ya Echo Klassik jî heye. Lê belê ji xelatên xwe bêhtir, ew navdar e bi wê yekê ku gelek çand û zimanên cihê digihîne hev.
Sedema navê konserê jî Johann Sebastian Bach e; ev bestekarê navdar ê muzîka klasîk Newroza 1685´an hatiye dinê - tevî ku hin çavkanî dibêjin ew 31´ê Adarê hatiye dinê. Ji ber ku Newroz jî ji bo Kurdan cejna herî muhim e, di vê projeyê de muzîk û reqsa Kurdan jî cihê xwe digirin û navê “NEWROZ: Bach û govendên Kurdî” derdikeve holê.
Rojbûna Bachî û Newroza Kurdan
Di hilberîna projeyê de Koma Musica Alta Ripa ya muzîka Barok hevkariyê bi du hunermendên Kurd re dike: Mêvan Yûnis li bisqê dixe û bestekarî jî kiriye, Hogir Goregen jî bi înstrumanên derban (perkusyon) beşdarî projeyê bûye. Herduyan kiriye ku muzîka Barok û newayên Kurdî bi hev bikelin. Hem reqsên ji bo suitên Bach û hem jî muzîka ji Kurdistanê ji nû ve hatine şirovekirin.
Suitên orkestrayê yên Johann Sebastian Bach yên ku ji bo reqsên weke Bourree, Polonaise, Sarabande, Gavotte, Rondeau, Menuett û hinên din hatine çêkirin di vê performansa Newrozê de li nav pêlên reqs û govendên Kurdan dikevin.
Mêvan Yûnis muzîkjen û bestekarekî ji Rojava ye. Wî ji bo vê performansê awaza straneke bi navê Newroz ji bo Orkestraya Barok, Bisq û perkusyona solo daniye.
Şaredariya Lehrte hêvî dike ku bi vê konserê, serdema nû ya çalakiyên hunerî jî vê payîzê, bê tifaq û bi xweşî, dest pê bike. Jixwe kesên dixwazin cih veqetînin jî divê di ser Beşê Xizmeta Dibistan, Spor û Çandê yê Bajarê Lehrte ji xwe re cih veqetînin da ku karibin 6´ê Îlona bê saet 16:30´î cihekî peyda bikin. Hem wê qaîdeyên jihevdûrbûna fizîkî û hem jî li ber dev û bêvilê kirina maske di dema konserê de ferz bin. LEHRTE