Nivîskara Kurd û Êzîdî Ronya Othmann bi meqaleyekê ji bo astengkirina alîkariyên diçin Rojavayê Kurdistanê got, ev ne qeder e, lê sûcek e, gunehek e.
Ew bi bîr dixe ku li Tirkiyeyê hikûmeta Tirk alîkariya ji bo gund û bajarên Kurdan û Elewiyan paşguh dike û “siyaseta xwe ya nijadperest di dema felaketê de jî dewam dike. Tenê çend saetan piştî erdhejê wê herêmên Kurd ên li Bakurê Sûriyê bombe kirin, erdhejê tesîr li van herêman jî kiribû.”
Wê got alîkariya ji Sûrî re hat şandin jî ketiye berîka rejîmê û li kolanên Şamê tê firotin.
Ew di dawiyê de wiha dinivîse: “Rast e ji ber tevgera tebeqeyên tektonîk erd diheje. Lê sedema ev qas miriyan ne qeder e. Bi xirabî bikaranîna pereyan û astengkirina alîkariyê ne felaketeke xwazayî ye, lê sûcek e.”
* Di F.A.S û FAZ´ê de hate weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN