Artêşa Tirk 27 caran êriş kir
Şemî 2 Kanûn 2023 - 00:31
Êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê navber dewam dikin.
Hêzên parastinê yên herêmên Şehbayê ragihand ku artêşa Tirk û çeteyên wê, di meha Mijdarê de 27 caran êrişî gundewarên herêmên Efrîn û Şehbayê kiriye. Li gorî daxuyaniyê, dagirkeran 3 caran bi balafirên bêmirov ên biçek û 4 caran bi dronan êriş kiriye. Her wiha di bombebaranên li dijî herêmê de 656 topên hewan û obusê û moşek hatine bikaranîn.
Di êrişan de 4 leşkerên hikumeta Şamê birîndar bûn.
NAVENDA NÛÇEYAN