• Berbang Hilat: Divê ez careke din ji nifşê nû re bibêjim, medya civakî ne ewlekarî ye. Tenê dejenerebûnê dixe nava muzîkê. Pirr muhim e ku em xwe bi kokên xwe ve qenc bigirin û mayeyên xwe dîsa pêşkêşî miletê xwe bikin.

ENVER ENLÎ
MANNHEIM

Em bi dengbêjekî jidil re peyivîn. Ew xwe weke dengbêj bi nav neke jî, Berbang Hilat ê ezîz, tam jî ji kaniya dengbêjiyê bi xwe vedixwe. Dengbêj ji malbatekê tê ku dengbêjî tê de rêûresm bûye. Wî di albuma xwe ya nû de ku wê di demeke kurt de bê weşandin, cih daye stran û newayên pîrika xwe û bavê xwe. Berbang Hilat niha li ser albuma xwe dixebite ku wê di demeke kurt de bê weşandin.
Berbang 15 salî hatiye Elmanyayê, û dibêje, “mayeya min a çandî di nava van 15 salan de li welat berhev bû.” Ew dibêje, Ewrûpayê tiştek li wî zêde nekiriye.
Zilma li Kurdistanê, zexta li miletê Kurd tê kirin, tesîreke mezin li Berbang kiriye. Jixwe em di muzîka wî de jî vê tesîrê dibînin. Wî ji bo bibîranîna biraziya xwe ya sala 2018ʼan li Efrînê şehîdbûyî Şevîn Pîroz (Hêvîdar Ekîncî) di vê albuma xwe ya nû de stranek amade kiriye.
Ev albuma wî ya nû, albuma wî ya duyem e. Navê albumê jî ji du stranan ava ye: yek jê strana ji bo Şevîn Pîroz e bi navê Hêviyên Pîroz û ya din jî kilama Edûl û Dewrêş e. Navê albumê jî Hêviyên Pîroz - Edûl û Dewrêş e.
Berbang Hilat di hevpeyvînê de nerazîbûn û aciziya xwe ji dejenerebûnê, bandora xirab a medyaya civakî li ser muzîka Kurdî îfade kir. Berbang Hilat bi ciwaniya xwe jî hem li gelek deverên Kurdistanê konser dane û hem jî li dîasporayê li gelek deveran konser dane. Em pê re li ser albûma wî ya nû peyivîn.

Tu dikarî hinekî behsa vê albuma xwe ya duyem bikî?
Di albûmê de bi giştî 14 stran hene. Navê albumê “Hêviyên Pîroz - Edûlê û Dewrêş’’ e. Di vê albumê de me bi derhênerê muzîkê û aranjor Fikret Çiya re xebitîn. Di vê albumê de strana min a ku min ji bo bibîranîna biraziya xwe ya sala 2018ʼan li Efrînê şehîd bûyî Şevîn Pîroz (Hevîdar Ekîncî) amadekirî jî heye.
Min pirr zehmetî kişandin di derxistina albumê de. Mirov bibêje, de derêxim, album dernakeve. Di albumê de hûn ê bandora ji çanda gelêrî, ji govendan û kilamên dengbêjiyê bibînin, hûn ê vê bandorê hîs bikin. Ji niha û pê ve jî di xebatên min de wê tesîra van hêmanan her hebe. Ez ji bo piştî vê albumê li albumeke solo difikirim.

Stranên di albumê de her yekî çîrokên wan bi xwe hene, ne welê…
Helbet, ka ez hin agahiyan li ser hinekan bidim. Muzîka xebata ‘Edûl û Dewrêş’ a min e. Tesîra destana herêma me (Qerejdaxê) ya bi navê Dewrêşê Evdî li min bû. Min hewl da vê destanê, vê kilamê bi dengê xwe şirove bikim.
Wekî din li Rihayê newayeke gelêrî heye, bi navê ‘Lo Dûzo’. Min ji vê muzîka gelêrî re gotin çêkirin. Ji muzîka xasî Rihayê ye.
‘Tu Koçer î’ straneke gelêrî ya Kurdan e; bi Tirkî weke “Ben Bir Garip Keloğlanım” hatiye gotin. Ev jî mînakeke talankirina muzîka Kurdî ye. Min orîjînala wê ji nû ve got. Em li vir bi bîr bixin, Riha ji wan deveran e ku lê muzîka Kurdî herî zêde hatiye talankirin.
‘Kaniya Berxwedanê’ jî gotin û awaza wê ya Bengî Agirî ye.
Herçî strana ‘Newroz’ e, gotin û awaza wê min çêkiriye.
Herçî strana Bavo ye, ew jî gotin û muzîk a min e. Ev stran, bi 30 saniyeyên pêşî bi dengê bavê min dest pê dike, ew zêmarekê dibêje. Bavê min beriya bi 7 salan rehmet kir.
Strana ‘Şivano’ behsa jiyana koçeran dike, hevaleke ji Bêrtiyan berhev kiribû. Min ev strana xwe diyarî koçeran hemûyan kir.
Axir, her stranek çîrokeke wê bi xwe heye. Her yek ji wan ji bûyerên hatine serê min yan jî tesîr li min kirine, hatiye çêkirin.

Li ser muzîka Kurdî û rewşa wê ya îro tu çi difikirî?
Bi ya min nifşê nû, muzîka Kurdî xira dike. Bêyî ku xwe biwestînin, bê ked û westan, bi hin derfetên teknîkî, li ser ya heyî kurk dibin; bi ya min ev tesîreke neerênî di warê hilberîn û geşedanê de li muzîka Kurdî dike. Bi ya min dejenerebûneke mezin heye, û ev rewş min aciz dike.

Bi ya te divê çi bê kirin?
Heger em bibin dewlet, muzîka Kurdî wê bi sazûmanî û rêxistina xwe li ser xwe bimîne. Xebateke cidî ya arşîvê jî wê hingê bê kirin.

Heger albumên te têra xwe bandorê nekin, wê xebatên te yên muzîkê dewam bikin yan na?
Helbet ez ê dewam bikim. Muzîk ji bo min ne pîşeyek e, rêûresmek e, awayekî jiyanê ye; û rêûresmeke ji malbata min e, piştî min jî wê heta hetayê dewam bike.
Van salên dawî nifşê nû ji dêvla muzîka Kurdî xurt bike, li şûna lê binihêre ka çawa tê gotin, qîmet dide cilûbergên xwe û şêla xwe. Xelk bê alternatîf hat hiştin. Ev ne gunehê wan e. Xwediyên bi rastî yên muzîkê bêdeng man, ev e sedem. Mixabin têra xwe xwedî li muzîka Kurdî nayê derketin.
Di jiyana xwe ya muzîkê de, ez ê ji armanc û rêya xwe negerim. Ez dixwazim mayeya xwe ya çandî pêşkêşî miletê xwe bikim. Muzîka Kurdî parçeyek ji behreke mezin e. Muzîka ku ji xweza, dinya û hisan bê, çanda dengbêjiyê ye.
Divê ez careke din ji nifşê nû re bibêjim, medya civakî ne ewlekarî ye. Tenê dejenerebûnê dixe nava muzîkê. Pirr muhim e em xwe bi kokên xwe ve qenc bigirin û mayeyên xwe dîsa pêşkêşî miletê xwe bikin.
Ji bo muzîka Kurdî xebateke gelekî cidî ya arşîvê lazim e. Naskirina kokên me bi xwe ji bo geşbûna muzîka Kurdî gelekî girîng e.
Di albuma xwe ya nû de jî bi qasî ku ji dilê min hat, min hewl da hestên xwe zêde bikim. Hûn ê di gotin û awazên min de van bibihîsin, bi van bihisin.