Arşîva ji bo şehîdên çandê

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 29 Cotmeh 2020 - 22:59

Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşma "Bi çanda jina azad hunerê şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin" konferansa xwe ya duyem li dar xist, meclîsa xwe ava kir û biryarên girîng dan.
Konferans bi beşdariya 150 delegeyan bi rê ve çû. Di konferansê de 42 jin ji bo avakirina 5 meclîsên Tevgera Kevana Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşniyazkirin. Hin biryarên hatin dayîn ev in:
 
Biryarên Kevana Zêrîn

* Berpirsiyariya yekem a Tevgera Kevana Zêrîn, ew e ku fikir û ramanên Rêber Abdullah Ocalan bi rêya çand, wêje û huner bigihîne gelan û belav bike.
* Têkoşîna li hember qirkirina çandî û civakî ya bi destê modernîteya kapîtalîst.
* Vekirina navenda Kevana Zêrîn li Kantona Hesekê.
* Li navendan hemûyan, ji bo tomarkirina arşîva şehîdên çand û huner û wergerandina wan bi cureyên hunerî û wêjeyî kar û xebatên taybet wê bên meşandin.

QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.