• Serbest Salih: Dîjîtal hêsantir û bi leztir e ji bo min. Pêvajoya analogê dihêle ku zarok baldartir binihêrin. Her wiha ew sebrê jî hînî wan dike. Lewma ew bi carekê nikarin encamê bibînin, ew bi hizrê xwe wêneyan digirin. Ji bo wan ev pêvajoyên analogê weke terapiyê ne.

SEAN O’HAGAN

Serbest Salih, xortekî ji Kobanê ye. Di sala 2014’an de ji ber êrişên DAIŞ’ê reviya û li hat li Mêrdînê bi cih bû. Beriya şer, ew li Zanîngeha Helebê di beşa wênegiriyê de dixwîne. Piştî ku ew dibe penaber û li Mêrdînê bi cih dibe, li wir jî dev ji karê wênegiriyê bernade û dixwaze vî karî dewam bike. Di serî de ew di saziyeke sivîl ya civakî de ku saziyeke Elmanî ye karê wênegiriyê dibîne û li wir dixebite.

Piştî demekê ew hay jê dibe ku li Mêrdînê penaberên wek wî gelek in. Ew jî dixwaze bi van penaberan re nexasim jî bi zorokên penaber re karekî bike ango wênegiriyê hînî wan bike. Lê Salih Serbest bi rêbaza kevn dixwaze vî karî hînî zarokan bike, lewma jî wênegirên analog bi kar tîne û paşê filmên xwe di odeya tarî de dişo û di dawiyê de wêneyên reş û spî yên serketî û balkêş derdikevin holê.

Min xwest pêwendiyekê çêkim

Serbest Salih ji bo sînorên di navbera bajarên Kurdan de ango serxet û binxetê dibêje, “Kurdên Bakur û Kurdên Rojava cîranê hevdû ne lê ji ber sînorên di navbera wan de ew nikarin bi hev re peywendî çêkin. Heman zimanî diaxivin lê dûrî hev in.” Serbest Salih armanca xwe ya ji wêneyên analog wiha tîne ziman, “Gava min ev rewş dît, min xwest bi wênegirên analog di nav civakê de pêwendiyek çêbikim, ez wênyên analog ji bo têkiliî çêbe wek amûrekê bikartînim.”

Analog sebrê hîn dike

Serbest Salih li Mêrdînê bi saziya “Sirkhane” re dixebite. Sirkhaneyê ji bo wêneyên analog “odeyeke tarî” çêkiriye û wêneyên tên girtin, li vir bi rêbazên kevn careke din zindî dibin. Destpêkê ji bo vî karî bi rê ve bibe derfetên wî tine bûne, lê ew bi saziya Elman “Welthungerhilfe” re têkiliyên xwe xurt dike û ew jî jê re dibin alîkar. Salih ji wan wêngirên kevn ên analog dixwaze û ew jî texsîr nakin jê re dişîninin. Paşê jî Salih li “Sirkhaneyê” kargehekê çêdike û vî karî fêrî penaberan dike. Salih dibêje, “Dîjîtal hêsantir û bi leztir e ji bo min” lê ew ji bo analogê jî wiha dibêje, “Pêvajoya analogê dihêle ku zarok baldartir binihêrin. Her wiha ew sebrê jî hînî wan dike. Lewma ew bi carekê nikarin encamê bibînin, ew bi hizrê xwe wêneyan digirin. Ji bo wan ev pêvajoyên analogê hemû weke terapiyê ne û derûniya wan baştir dikin.”  

Bi çavên xwe nîşanî me didin

Salih ji sala 2019’an ve “odeya tarî” ya Sirkhaneyê bi rê ve dibe. Ew tenê di hundirê saziyê de naxebitin. Ew vî karî li gund û taxên Mêrdînê jî bi rê ve dibin. Ji bo karibin li derve yan jî li gundan vî karî bi rê ve bibin, wan wesayîta “Sirkhane Karavan” çêkiriye ya ku di hundirê wê de “odeyeke tarî” heye. Ew bi vê wesayitê li gundan digerin û wêneyên digirin jî dîsa di wesayitê de bi şêwazên kevn yên wênegiriyê derdixin. Ew bi vî awayî kargehên xwe yên wênegiriyê bi rê ve dibin. Salih ji bo zarokan dibêje, “Ew gava çav bi wênegirên analog dikevin, carinan dikenin û dibêjin, ev wênegir yên demên berê ne. Lê gava wêngirên analog digirin destê xwe û wêneyan digirin, pirr kêfxweş dibin. Ew dinyayê bi çavên xwe ango tiştên ku ew dibînin, nîşanî me didin.”

Kamera hêzê bi wan re çêdike

Salih ji hêza wêneyan bawer dike û pê bawer e ku girtina wêneyan dikare mirovan biguherîne. Wekî din ew dibêje, ev rêbaz nahêle ku xeyalên wan bitemirin û rê li ber wan vedike. Salih dibêje, “Carinan hin wêne min matmayî dihêlin, gava wêneyên baş dibînim pirr serbilind dibim. Baweriya min her tim bi hêza wêneyan hebû, wêne dikarin gelek tiştan pêk bînin û biguherînin.” Salih piştî kargehê bi rê ve dibe hin bi hin berê zarokan dide mijarên taybet û dixwaze çarçoveya wêneyên xwe li gorî vê mijarê dagirin. Salih ji bo zarokên keç jî dibêje, “Destpêkê ew bawer nakin ku zarokên keçî ji yên din baştir bin, lê bi demê re ew dibînin ku zaroqên keç jî weke kurikan afirîner in.” Salih wiha dewam dike, “Mixabin di nav civakê de fêrî vî tiştî bûne û baweriyeke wiha bi wan re peyda bûye. Lê piştî demekê, ev zarokên keç li ser ezmûnên xwe yên jiyanê, wêneyan digirin. Kamera ango wênegir dike ku bi xwe bawer bin, vê hêzê bi wan re çêdike.”

Zarok bextewar dibin

Wêneyên ku li ser malperê hatine belavkirin, meraqa zarokan a “odeya tarî” baş radixe ber çavan. Lewma encamên baş derketine holê.

Salih ji bo malbatên zarokan jî dibêje, “Serê pêşî, ji bo wan ji mal biqewirînin dişînin gel me, lê gava dibînin zarok tiştên baş diafirînin û serketî ne, nihêrîna wan ya li hember zarokan jî diguhere. Ew jî li hember encamên derdikevin holê, matmayî dimînin.” Salih dibêje, ew bi zarokên xwe ne bawer in û dibêjin, gava ew rahêjin kamerayê û dîmenan bigirin dê nikaribin bi ser kevin, lewma jî bi guman nêzî wan dibin. Salih derheqê vê yekê de jî dibêje, “Lê gava em li encamên derdikevin holê dinihêrin em dibînin ku wêneyên wan tev bi kêfxweşî hatine girtin, ev wêne kêfxweşî û bextewariya wan nîşan didin. Zarok gava van kêliyan bi wênegirên analog digirin, bextewar dibin.”

Ji ber pandemiyê planên wan sekinîne

Piştî pandemî zêde dibe, Salih jî mecbûr dimîne gelek planên xwe bide sekinandin. Ew navberê dide kargehên xwe yên bi wesayîtê yên li gundan. Ew jî wek gelek kesan bi awayekî online dersan dide. Ji bo vê rewşê jî Salih dibêje, “Ev gelekî zehmet e ji bo me. Lewma telefonên zarokan tine ne û her wiha ji înternetê jî bêpar in. Hellbet me hin piştgirî girtin lê derfetên me yên ji bo vê yekê pirr kêm in. Bi vî awayî zehmet bû û me nikaribû karên xwe baş bi rê ve bibin. Tenê wênegirên analog na, malzemeyên odeya tarî yên kîmyewî jî ji derveyî welat dihatin ji me re. Em bawer dikin dê dîsa dewam bike lê ji bo niha diyar e hinekî zehmet e.” 
 
* Ev nûçeya Sean O’Hagan di rojnameya The Guardian de berê hatiye weşandin û wergera wê Ardîn Dîren kiriye.