- Berdevka Wezareta Karên Derve ya Kanadayê got, “Kontrolên îxracata ber bi Tirkiyeyê ve wê dewam bikin.”
Çawa Tirkiyeyê nîşan da ku ew ê vetoya xwe ya li ber endametiya NATO´yê ya Swêdê rake, hin spekulasyon hatin kirin ku Kanadayê soza rakirina ambargoya xwe ya sîlehan a li dijî Tirkiyeyê daye.
Ji bo hevdîtinên li çapemeniyê girtî yên ji bo razîkirina Tirkiyeyê, du îdîa hatin kirin, yek jî ew bû ku DYE´yê soz daye ku F-16´an bifiroşe Tirkiyeyê û ya din jî ew bû ku Kanadayê soz daye ku ambargoya sîlehan a li dijî Tirkiyeyê betal bike.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Kanadayê, Mélanie Joly betalkirina ambargoya sîlehan a li dijî Tirkiyeyê red kir. Wê got, “Kontrolên îxracata ber bi Tirkiyeyê ve wê dewam bikin.”
NAVENDA NÛÇEYAN