Berdevka ji meseleyên alîkariya geşedana kurewî berpirsiyar a Partiya Sosyalîst a Awusturyayê (SPÖ) Petra Bayr rexne li hikûmeta Tirk girtin, ji ber ku di warê gihandina alîkariyê de cudakeriyê dike. Wê got, Alîkarî hema hema hîç nagihîje Kurdan û Elewiyan.
Petra Bayr yekşemê berê rexneyên xwe da serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û got, “Hejmara miriyan piştî erdhejê li Tirkiye û Sûrî digihîje 50 hezarî, lê weke serê pêşî, niha jî hikûmeta Tirk bi awayekî gelekî tund di alîkariya hewarê de cudakeriyê dike: li her devera ku Kurd û Elewî li wan in, hema hema hîç alîkarî nagihîje."
Ew vê yekê weke taktîkeke hilbiajrtinê ya hikûmeta Tirk dibîne: “Erdogan bi vê taktîkekê bi kar tîne ya ku ew timî gava li hundir tengav dibe, bi kar tîne. Ew pirsgirêkek nû çêdike da ku bala xelkê ji ser pirsgirêkên esasî bibe. Vê carê rexneyên dijwar ji ber bibinketina siyaseta wî ya erdhejê lê hat kirin.
Nabe ku bê qebûlkirin, ku di ser pişta cudakariya li dijî hindikahiyan, di vê rewşa awarte ya hewara insanî de lîstikên taktîka hilbijartinê bên lîstin.
Di vê rewşê de nayê qebûlkirin ku DAIŞ êriş dike. Lê dewleta Tirk endamê NATO´yê ye. Ez bang li Yekîtiya Ewrûpayê dikim da ku zextê li Erdogan bike da ku alîkariya erdhejê bigihîje tevahiya mexdûrên erdhejê. Lazim e ku Erdogan êdî alîkariya insanî ya navneteweyî asteng neke û deriyên sînor ên bi Sûriyê re veke.”
VIYANA