Sebastian Scheffel di şiroveya xwe ya ji bo RedaktionsNetzwerk Deutschland (RND) de bi awayekî din bal bire ser siyasîbûna alîkariya insanî ya ji ber erdhejê. Wî bi bîr xist ku Erdhejeke pirr mezin bûye felakete mezin ji bo temamê Tirkiyeyê, lê serokkomarê Tirk Erdogan şerê dewleta Tirk ê li dijî Kurdan dewam dike.
Ew nûçe û şahidiyên xelkê yên li ser êrişên dewleta Tirk bi bîr dixe û dibêje, “Desthilatên li her du aliyên sînor (dewletên Tirkiye û Sûrî) rewşê bi kar tînin da ku dijminên xwe qels bikin.”
Ew dibêje, piştî şînê wê minaqeşyên siyasî bêguman dest pê bikin û balê dibe ser meseleya alîkariyên ji bo pêçana birînan û jinûveavakirinê. Ew ji bo alîkariyên ji bo jinûveavakirinê yên ji dewletên endamê NATO´yê dinivîse: “Alîkariya ji bo jinûveavakirina deverên erdhejê, nexasim jî alîkariya ji endamên NATO´yê bi Tirkiyeyê re divê bi şertan ve bê girêdan: Alîkarî divê tenê bê kirin heger hindikahî bên parastin û Erdogan şerê li dijî xelkê Kurd ê sivîl rawestîne.”
Ew dibêje, heger ev nebe, û dewleta Tirk xwe bêhtir eskerî bike û bêhtir bikeve nava neteweperestiyê, ev ê hem zerarê bide Kurdan û hem jî welatên rojavayî.
BERLÎN