Alfabeya jinan a veşartî; Nushu

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 26 Nîsan 2026 - 17:00

  • Alfabeya jinan a veşartî ya bi navê Nushu bi awayekî veşartî nifş bi nifş hebûna xwe didomand. Gava ku ji bo jinan ziman hate qedexekirin, jin bi rêya alfabeya Nushu ji nûve têkiliyekê ava kirin. Wan bi vê alfabeyê dengê xwe gihand hevdu û yekîtiya xwe xurt kirin.

Ji mêj ve civakên ku di bin zextê de mane, ji bo parastina zimanê xwe û qada îfadeyê riyên cuda bi pêş xistine. Gelek deman ev hewldan ji bo derketina pergala têkiliya nû û xweser zemîn ava kiriye. Nushu jî di vî alî de, wek mînakek balkêş derdikeve hemberî me. Nexasim jî di wan demen ku jin ji zimanê dayikê hatin dûrxistin. Ev ziman di vê pêvajoyê de derket holê. Hem di warê çandî, hem di warê berxwedan û hem jî weke hebûneke piştgir xwe nîşan da.

Nushu, weke pergala nivîsê ku kêm tê bikaranîn û dihat fikirîn ku di dinyayê de tenê ji aliyê jinan ve tê bikaranîn tê zanîn. Ev pergala ku tê texmînkirin koka wê digihîje herî kêm beriya hezar salan, weke ‘Nivîsa jinê’ û ‘alfebeya jinê’ tê pênasekirin. Nushu ku li başûr rojavayê eyaleta Hunan a Çînê derketiye holê, destpêkê di nava jinên ku li herêmên gundewar dijîn de bi pêş ket, bi demê re belavî bajaran bû. Di vê pergala ku xwedî pergala alfabeya xwe ye, tê zanîn ku helbest, stran û metnên cuda yên nivîsînê hatine hilberandin.

Rêbazeke veşartî ya têkiliyan

Nushu di demeke ku weke dîrok, jin ji perwerdeyê hatin dûrxistin û di jiyana civakî de rastî qedexeyên cidî tên de derket holê. Rêbaza têkiliyê ya veşartî ku jin bi taybetî hest, zoriyên ku jiyane û hevaltiyên xwe parve bikin pêş xistine. Ev zimanê nivîsê ku bi awayê mêr fêm nekin hatiye avakirin, ji nifşan ber bi nifşan ve di nava jinan de hatiye ragihandin û demek dirêj veşartî maye.

Rêûresma xwişkîtiyê

Ji bo jinan ‘Xwişkîtiya Ebedî’ tiştekî kevn e û weke rêûresmekê tê zanîn. Weke nîşaneya dilsoziyê jin, bi jinên din ên girêdana xwînê eynî re nêzîkbûnek ku heta hetayê domiya ava dikirin. Bi hev re beşdarî mihrîcanan dibûn, berhemên destan amade dikirin û ji bo îfadekirina hestên xwe stranên hevpar çêdikirin. Ji ber jinên ku piştî zewacê diçûn gundên cuda, ji hev qut dibin armanca vê têkiliyê zêdetir kir û ji bo pêşxistina zimanek havper ê nivîsê amade kir. Bi vî awayî Nushu, ji daxwaza ku jin xwe bigihîjînin hev û hestên xwe ragihînin derket. Ev kevneşopî li gorî baweriyan, dema jinek Nushu dizane jiyana xwe ji dest dide, meteryal û tiştên aydî wê dihatin tunekirin.

Bi tesadufî hat keşifkirin

Ev zimanê veşartî, ber bi dawîbûna sedsala 20’an ve bi keşfa tesaduf a çêkerê fîlman Yang Yuequing ket rojeva dinyayê. Belgefilma bi navê “Nushu: A Hidden Language of Women in China” ku di 1999’an de Yang Yuequing amade kir, sûd da ku ev çand di qada navneteweyî de were nasîn. Piştre ferhengên Nushu, hin xebatên ferhengê beramebriya bi Çînê digre nava xwe hatin meşandin.

Bi awayek dîtbarî, Nushu ku dişibe karekterên Hanzî yê Çînê, xwedî terzek ê nivsê yê herikbar û bi koşe ye. Hinek karekter ji Çînê îlham girtine, beşek jê jî bi temamî xweser hatiye avakirin. Di roja me de platformên dijîtal ku Nushu didin nasîn, bi rêya meteryalên perwerdê û kesên ku vî zimanî fêr dikin, derbarê vejandina vê çandê de xebetan didomînin. 

JÎNHA/NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2026 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.