Agirbest xelas şer dest pê kir

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 22 Hezîran 2023 - 03:31

  • Li Sûdanê agirbest qediya û şer dîsa dest pê kir.

Agirbesta ku di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez (HPB) de bi navbeynkariya navneteweyî ji bo 72 saetan hatibû ragihandin, qediya û şer dîsa dest pê kir.

Agirbestê roja Yekşemê saet di 06.00’an de dest pê kiribû. Her du alî jî li gorî agirbestê tevgeriyan. Lê piştî ku agirbest fermî bi dawî bû bi çend deqîqeyan, li paytext Xertûmê dengê topan û şer hat bihîstin.

Artêşa bi fermandariya Abdul Fettah El Bûrhan û HPB ya bi fermandariya Muhammed Hamdan Dagalo, ji bo alîkariyên mirovî bikevin Sûdanê, tevgera xwe ya leşkerî rawestandibûn.

Sêşemê roja dawî ya agirbestê bû. Şeva Sêşemê li navenda istîxbaratê ya li paytextê, şewateke mezin çêbû. Çavkaniyên artêşê îdîa kir ku HPB’ê agirbest binpê kiriye û avahî bombe kiriye.

HPB’ê jî îdîa kir ku avahiya ku tîmên girêdayî wan lê kom bûbûn, ji aliyê droneke artêşê ve hatiye bombekirin û diyar kir di şewatê de piraniya navenda istîxbaratê hilweşiyaye.

Ji 15’ê Nîsanê ve di navbera artêşê û HPB´ê de şerê desthilatdariyê diqewime.

Li gorî rapora dawî ya rêxistina civakî ya sivîl ACLED’ê ji nîvê Nîsanê ve, şerê li Sûdanê bûye sedema mirina bêhtirî 2 hezar mirovan.

Komîserê Bilind ê Koçberan a Neteweyên Yekbûyî, Fîlîppo Grandî 20’ê Hezîranê daxuyaniyek da û da zanîn ku ji ber şer zêdetirî 500 hezar kesî ji  Sûdanê reviyane.

Civaka navneteweyî ya li Cenevreyê kom bûyî, duşemê ji bo alîkariyê bide Sûdanê, xwe da ber nêzî 1,5 milyar dolarî. Ev jî tenê nîvê alîkariyên lezgîn dikare pêşwazî bike. Li gorî NY’ê li Sûdana serjimara wê 48 milyon, 25 milyon kes bêyî alîkariya mirovî nikarin bijîn.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.