Dewleta Tirk ji mêj dest werdide siyaseta Kurd û li derveyî Tirkiyeyê. Ji anektodên Kurdên Başûrê Kurdistanê, em dizanin ku ew di muzakereyên Kurdan û Bexdayê de jî mudaxil bûye. Lê sala 1983´yan piştî peymaneke bi Sedam Hisên re a heman salê Sibatê mohrkirî, dewleta Tirk dest bi operasyonên eskerî li dijî Kurdan kir. Hingê di navê KSSE (Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewrûpayê) jî di navê de gelek partî û rêxistinên ji Başûr, Rojava û Bakurê Kurdistanê bi yekdengî li ber vê dagirkeriyê rabûbûn. Di nava wan de PDK bi xwe jî hebû ku îro bi dewleta Tirk re beşdarî dagirkeriya Başûrê Kurdistanê dibe. Ev afîşa hanê û sloganên wê îro jî ji bo tifaqa Kurdan heyatî ne:
* Bila artêşa dagirker ji kurdistanê biceheme!
* Bimire bêbextiya rejîmên Iraqî û Tirk!
* Bijî şerê civakî û neteweyî yê miletê Kurd!
* Bijî piştgiriya navneteweyî!
Bi vê afîşê, bi sernivîsê "Artêşa Tirk ji Kurdistana Iraqê biceheme" banga beşdariya çalakiyeke li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a 11´ê Hezîrana 1983´yan tê kirin. Bîreweriya xwendekarên hingê divê li cem miletê Kurd û rêxistinên wî yên îro jî hebe, yan na bêtifaqî ji mirinê xirabtir e.

FRANKFURT