Afirînera tiştên bi girêk

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 9 Cotmeh 2021 - 01:41

  • Hunermend Janis Ledwell-Hunt, ji bo girêdana jiyan û mirinê, mirov û dinyayê nîşan bide ji elyaf peykerên fîber çêdike.

Hunermend Janis Ledwell-Hunt, ji bo girêdana jiyan û mirinê, mirov û dinyayê nîşan bide ji elyaf peykerên fîber çêdike. Ew xwe wek “afirînera tiştên bi girêk” dide nasîn. Ew du mijarên ji hev cihê bi riya teknîkên tekstîlê yên weke makrome û nîkê bi hev ve dike û ji wan tiştinan diafirîne. Kombînasyonên ku çêdike mirovan difikîrîne. Ew herî dawî bi elyaf pişik ango nav û dilê mirovan çêkiriye û kareki serkeftî derxistiye holê.

Hunt gava gotareke Virginia Woolf ya bi navê “Derbarê nexweşketinê de” dixwîne pirr di bin bandora nivîsa wê de dimîne. Ew dibêje îhtimal wê demê ev fikir bi min re peyda bû û min berê xwe da vê hunerê.  Ew bi elyafên xwe yên hunerî dixwaze hesteke wiha derbixe holê; piştî mirinê beden çawa dixweye? Ew bi vê meseleyê dadikeve û ev behemên xwe yên ji elyaf çêdike.

Ew hay jê heye tiştên ku çêdike li ser jiyan û mirinê mijarên giran in. Lê dixwaze mirov bi nihêrînek din nêzî xebatên wê bibin: “Hêvî dikim kesên li xebatên min dinihêrin heseteke xweşbîn li wan peyda bibe. Heger ew li ser tiştên çêdikim bifikirin dê ev yek bêhtir kêfa min bîne û ev yek xeyala min e.” 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2021 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.