Bi dehan marmarokên cinsa kameliyon li Awusturyayê di nava valîzekê de hatin dîtin. Ev cinsê marmarokan parastî ne. Tam 74 ji wan di nava valîzekê de li balefigeha paytext Viyanayê hatin dîtin.

Piştî ku rayedarên gumrikê ji ber ku cîhazên tîrêjên X´ê dîmenekî gumanbar nîşan da, di nava valîzekê de 74 kameliyon hatin dîtin ku di nava gore û qutiyan de hatibûn veşartin. Rayedaran got, texmînî, ev heywan wê bi qederê 37 hezar euroyan bihatana firotin. 

Zilamekî ji Tanzanyayê yê 56 salî ji ber vê yekê hat girtin. Polês navê wî eşkere nekir, lê got dibe ku heta bi 6 hezar euroyan cezayê pere lê were birrîn. 
Heywanên ku ji ber bicihkirina di valîzê de êşiyabûn, ji bo ku bên ser hemdê xwe rakirin baxçeyê heywanan ê li Viyanayê.

VIYANA