Ev gerdeniya di wêne de ne ji par û pêrar e. Ew sala 1901´ê hatiye dîtin. Ew li bajarekî Kurdistanê Şûşê yan jî Sûsaya dîrokî di dema kolanên arkeolojîk de di nava surhên kelha navê hatiye dîtin. Lê temenê wê ji van 120 salan gelekî bêhtir e. Ew ji serdema Axamenîşan maye roja me ya îro û ji kêm nimûneyên gerdeniyan e ku wisa bê qisûr bêhtirî 2 hezar salan di ser xwe re bihurandine. Darayê Yekem xanedana Axamenîş damezrandiye. Ew jî di navbera 522-486´ên beriya mîladê jiyaye. Wî Perssepolîs çawa kir paytexta li deştê, ew zû bi girîngiya stratejîk a paytexta kevin a Elamiyan hisiya û Sûsa ji xwe re kir paytexta çiyayî.
Rayên heqîqeyê ji bo bedewiyê
Gerdenî ji 65 moriyên ji kevirê heqîqe hatiye çêkirin. Diduyên mezin 3 santîman dirêj û 2 santîman jî fireh in. Ev herdu morî muhtemelen dihatin ser qirikê. Wekî din 14 moriyên gilover hene ku berê wan santîmek e. Bi dorê yek ji wan û yek ji morîkên şeşgoşeyî yên biqasî yên gilover mezin - 11 ji wan hene - hatine danîn. Ev her 11 morîk jî bi xeteke glover a di nîvê de hatine xemilandin. Wekî din 36 morîkên piçûktir hene, ew jî di nîvî de bi xeteke spî hatine xemilandin. Gerdenî bi du morîkîn dirêjiktir temam dibe. Hunermendên ev morîk ji heqîqe verotine, rayên di heqîqede ji bo bedewbûnê bêhtir darîçav bikin, bi kar anîne.
Şerê kevir û xwedayan
Kevirên heqîqe û kevrên din ên ku hingê û beriya hingê li cem Sumeriyan, paşê Akadî û Asûriyên kevin bi qîmet, bi pirranî ji Zagrosan û welatên li rojhilatê Zagrosan dihatin anîn. Ji ber wê jî em di mîtolojiya hingê de jî rastî hildana navê wan tên. Mesela di mîta Gilgamêş de em dibînin ka ev kevirên hanê çiqasî li cem xelkên bajarên Mezopotamyaya Jêrîn hebûye; gava Gilgamêş dikeve pey dermanê mirinê û li bêmiriniyê digere, ew digihîje baxçeyê xwedayan. Li wir, pel, kulîlk û mîweyên daran ji kevirên biqîmet ên weke heqîqe, zumrûd û wekî din e. Mîta Lugal-e jî behsa keviran dike, kevirên ku cinawirê bi navê Asakû wan weke hêkan dike. Ev kevir şerê xwedayan dikin. Piştî ku xweda di şer de bi ser dikevin. ew keviran dikin du beş; yên ji rêzê û yên bi qîmet.
Ev gerdenî îro li muzexaneya li Paytexta Fransayê Parîsê, Louvrê ye. PARÎS