Botek penaberan ku ber bi Giravên Kanaryayê ve diçû noqî avê bû û 51 penaberan jiyana xwe ji dest dan.
Bota penaberan ya ku ji peravên Efrîqeya Bakur ber bi Giravên Kanaryayê yên Spanyayê ve diçû, noqî avê bû. Tê gotin di encamê de 51 penaberan jiyana xwe ji dest dan. Hat zanîn ku ji kesên di botê de tenê 4 kes hatin rizgarkirin û rakirine nexweşxaneyê. Gorî agahiyan bot li peravên bajarê Tan Tan ê Fasê bi rê ketiye û ji 51 kesên jiyana xwe ji dest dayîn 11 jê jin û 3 jî zarok in.
NAVENDA NÛÇEYAN