• Li Kabûlê di encama teqînê de 50 kes mirin.

Li bajarê Kabûl ê Efganistanê, li ber derê dibistaneke keçan teqînek çêbû, di encama teqînê de 50 kes mirin û 100 kes jî birîndar bûn. Zêdetirî kesên mirine û birîndar bûne, xwendekar in.

Wezareta Karê Hindir a Efganistanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li paytexta Efganistanê Kabûlê, li ber derê dibistaneke keçan teqînek çêbûye û da zanîn ku di encama teqînê de 50 kes ku zêdetirî wan xwendekar in, jiyana xwe ji dest dane û 100 kes jî birîndar bûne.

Heya niha ti komek çekdar berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe. Êrişên li Efganistanê piştî biryara vekişînê ya hêzên Emerîka ji Efganistanê, roj bi roj zêde dibe.

NAVENDA NÛÇEYAN