Li bajarê Kerkûkê nivîskarek, ev 48 salin ku kitêban kom dike û herî dawî hola sereke ya mala xwe kir kitêbxaneyeke giştî. Xelkê Kerkûkê, çi Kurd, çi Ereb û çi Turkmen diçin kitêbxaneya wî ya ku bêhtirî 12 hezar kitêban tê de hene. 

Em behsa nivîskar û helbestkar Tarîq Hesar dikin. Mala wî li taxa Bartuxane ya Kerkûkê ye. Wî navê kitêbxaneya xwe jî kiriye Kitêbxaneya Karêz. Bi tena serê xwe ev kitêbxane vekiriye. Herwiha di kitêbxaneyê de çalakiyên rewşenbîrî û wêjeyî tên kirin.

Xwendekavên zanîngehê ji bo lêkolînan û amadekirina tezan jî diçin vê kitêbxaneyê.

Tê de wekî din wêneyên kesayetên diyar ên Kurd jî hatine daliqandin. Nivîskar û Helbestvan Tarîq Hesar ê 62 salî diyar dike ku j sala 1973’an ve ew kitêban berhev dike û herî dawî mala xwe kiriye kitêbxaneyeke giştî.

Ji ber felaketên bi ser Kurdan de hatine, gelek kitêbên wî wenda bûne. Lê, dîsa dest ji komkirina kitêban bernedaye û niha ji bo Kurd, Ereb û Tirmenên Kerkûkê kitêbxaneyek li mala xwe vekiriye. Tê de 12 hezar kitêb hene. Ji van 8 hezar bi Kurdî ne û nêzî 4 hezarên din jî bi Erebî ne û hinek kitêbên bi zimanên din jî hene.

Tarîq Hesar dibêje, “Hin rojan zêdetirî 50 kesî tên kitêbxaneyê. Ji her beşê tên. Xwendekar ji Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo gerîna li çavkarniyên ji bo lêkolînên zanîngehê jî tên.”

Li Kitêbxaneya Karêz her Çarşem çalakiyên rewşenbîrî û semîner tên lidarxistin. 

ROJNEWS/KERKÛK