• Hate ragihandin ku di vê keştiyê de 127 penaber hebûn, 84 kes hatine rizgarkirin û 43 kes jî winda ne.

Li peravên Tûnisê, ji ber ku keştiyeke penaberan noqî avê bû, herî kêm 43 koçber winda bûn. 

Heyva Sor a Tûnisê ragihand ku keştî Înê bi şev li peravên Zarzîsê noqî avê bûye. Hate ragihandin ku di vê keştiyê de 127 penaber hebûn, 84 kes hatine rizgarkirin û 43 kes jî winda ne. Esas bi hejmara 43 jî tê gotin herî kêm 43 yanî hejmar dikare bêhtir be. 

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê de hate ragihandin ku "84 koçberên qaçax" ên ji Bangladeş, Sûdan, Erître, Misr û Çadê, hatine rizgarkirin. Lê belê di vê daxuyaniya Şemiyê de hejmara koçberên winda nehatibû eşkerekirin. Li gorî koçberên ku bi saxî filitîn, keştî ji Lîbyayê diçû Ewrûpayê.

Roja Înê li heman herêmê zêdeyî 100 penaberên din ku berê wan li Ewrûpayê bû hatin rizgarkirin.

TÛNIS