- Li Silêmaniyê 40 roj in ku endamê HDP’ê Elî Ehmed Kayar winda ye.
Li Silêmaniyê 40 roj in ku endamê HDP’ê Elî Ehmed Kayar winda ye. Hevseroka Nûnertiya HDP’ê ya Başûrê Kurdistanê Muzeyen Guneş got, ger aliyên peywendîdar bixwazin dikarin çarenûsa Kayar diyar bikin.
Elî Ehmed Kayar xelkê bajarê Sêrtê yê Bakurê Kurdistanê ye û dema li Bakurê Kurdistanê bû rêveberiya HDP’ê kiriye. Piştî ku hatiye Başûrê Kurdistanê karkerî kiriye û di heman demê de endamtiya HDP’ê ya Başûr jî dewam kiriye.
Elî Ehmed Kayar roja 15’ê Tîrmehê, navbera saet 07:00- 07:30’an de winda bûye û telefona wî girtiye. Aqûbeta Elî Ehmed hîn jî nayê zanîn.
ROJNEWS/HEWLÊR