- 22'yê Nîsana 2013'an Metranên Dêra Ortodoks a Sûryanî û Dêra Ortodoks a Rûmî , Mor Gregorius Yohanna Ibrahim û Boulos Yazigi nêzî Helebê hatin revandin.
Beriya hema hema bi heşt salan, 22'yê Nîsana 2013'an Metranên Dêra Ortodoks a Sûryanî û Dêra Ortodoks a Rûmî , Mor Gregorius Yohanna Ibrahim û Boulos Yazigi nêzî Helebê hatin revandin. Kesên ew revandin, şofêrê erebeya wan jî qetil kir.
Ji bo bibîranîna wan sibe wê naqosên dêrê Helebê lêxin. Pisporê Rojhilata Navîn ê Civaka ji bo Miletên Tehlûke li ser wan (GfbV) ya navenda wê li bajarê Elmanyayê Gottingenê Dr. Kemal Sîdo got, her du Metran jî ji bo muzakereyên ji bo berdana keşeyekî diçûn Helebê. Herçî aqûbeta her du Metranan e, ji hingê ve nediyar e.
Dr. Kemal Sîdo ji bo vê dibêje, "Ji bo gelek endamên civakên Xirîstiyan û endamên hindikahiyên din ên dînî jî hişyarkirineke gefxwar bû. Ji hingê ve pirraniya wan bûn penaber. Bi wî rengî ku îro li gelek deverên Sûriyê êdî pirrenigiya dînî êdî nînin. Îslamîzma êrisker a li deverên dewleta Tirk dagirkirî, îro Xirîstiyan, Êzîdî, Drûz, Îsmaîlî û hindikahiyên din ên dînî dikin der." Ew dibêje, bi darê zorê li van deveran demografî tê guhertin, û ji ber binpêkirinên mafê mirovan ên giran gelek kesên ji hindikahiyên dînî û gelek Kurd neçar mana bibin penaber û li mal û milkên wan jî malbatên îslamîstên tundraw tên bicihkirin.
Ew her wiha dibêje, li herêmên Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûrî "hindikahiyên dînî tên parastin û ayînên dînî yên weke nimûne bi minasebeta Noelê zindî tên weşandin."
GOTTINGEN