- Li gorî Caminando Fronteras sala 2021´ê 4 hezar û 404 penaber yan mirine yan jî wenda bûne. Sala 2020´an ev hejmar 2 hezar û 170 bûye.
Li gorî rêxistina civaka sivîl a Spanî Caminando Fronteras sala 2021´ê bêhtirî 4 hezar penaber gava ku xwestine xwe bigihînin Spanyayê, li ser rê yan xeniqîne yan jî wenda bûne. Ev hejmar du caran ji hejmara sala 2020´an zêdetir e.
Sedem jî ew e ku çûna penaberan a di ser giravên Kanaryayê re ji sala 2019´an ve zêde bûye û ev rê gelekî bi tehlûke ye: herikên behrê yên xurt li ser hene û mesafeya di navbera Efrîka û giravan de jî gelekî dirêj e.
Li gorî Caminando Fronteras sala 2021´ê 4 hezar û 404 penaber yan mirine yan jî wenda bûne. Sala 2020´an ev hejmar 2 hezar û 170 bûye.
Caminando Fronteras botên penaberan ên ku dikevin zehmetiyan de dişopîne.
MADRÎD