Bisiklêt, ne tenê mekîneyeke ji bo ajotinê ye. Di dîroka peydabûna wê de aliyekî wê yê azadker hebûye. Nexasim jî di dawiya sedsala 19´an de ji bo jinên li welatên rojava. Di vê demê de bisiklêt ewletir û erzantir bû. Ji ber wê jî bêhtir jinan dikarî xwe bigihînin bisiklêtan, pê re jî wê azadiya şexsî ya ku bisiklêt mumkin dikir. Bi vî awayî di salên 1890´î de li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û li Ingilîstanê bisiklêt êdî sembola Jina Nû (New Woman) bû. Wê bi xwe re rê li ber tevgereke civakî ya jinan ji bo "cilûbergên aqilane" jî vekir. Vê tevgerê têra xwe qencî bi jinan kir di meseleya rizgarkirina wan ji korse, binkiraskên bi derpê û gelek cilûbergên din ên hereketa wan asteng dikirin.
Heta femînîst û jinên mafê dengdayînê ji bo jinan diparastin, di sedsala 19´an de bisiklêt weke "Mekîneya Azadiyê" ji bo jinan bi nav dikir. Ha ev bisiklêt ji ber wê li cem gelek hunermendên jin di berhemên wan û di sêwirandinên wan de xwe dide der.
Gae Aulentî û Tour Table
Yek ji van hunermendan jî Gae Aulenti ya Îtalî ye. Ew Kanûna 1927´an li Palazzolo dello Stella hatiye dinê, li Dibistana Mîlanê ya Mîmariyê ya ser bi Zanîngeha Polîteknîk xwendiye. Wê avahiyên dîrokî yên navdar veguherandin muzexaneyên navdar. Di nava karên wê de Musee d' Orsay a li Parîsê, Musee d'Art Moderne a li Centre Pompidou a li Parîsê, Palazzo Grassi ya li Venedîkê, Museu Nacional d'Art de Catalunya ya li Barcelonayê jî hene.
Li Îtalyayê, ew ji kêm dîzaykerên jin ên piştî Şerê Cihanê yê Duyemîn bû. Ew yek ji wan hunermendên avangard ên Îtalî yê vê serdemê bû ku standartkirin li pey xwe dihiştin û gihandinên manedar ên bi pîvanên hilberînê re ji Îtalyayê û wir ve jî birin. Encam mîmariyeke bi tevahî nû ya xeyalkirina utopyayan bû, vê jî dikir ku standarkirin li paş bê hiştin.
Gae Aulenti ne tenê mîmarî kir, wê hem dîzayna grafîkê, hem sêwirandina sehneyan û hem jî dîzayna objeyan kiriye. Di gelek dîzaynên wê yên objeyan de, em parçeyên bisiklêtan jî dibînin, weke vê maseya li ser çar tekelên bisiklêtan. Wê ev maseya bi navê "Tour Table" sala 1993´yan sêwirand.
Gae Aulenti dawiya Cotmeha 2012´an 84 salî wefat kir.
FRANKFURT