• Wezareta Parastina Tunisê ragihand ku herî kêm 39 penaber li peravên Sefakesê xeniqîne.

Wezareta Parastina Tunisê ragihand ku herî kêm 39 penaber li peravên Sefakesê xeniqîne û 165 penaber jî hatine rizgarkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastina Tunisê sê roj berê li nêzî peravên Sefakes ê başûrê Tunisê 2 keştiyên ku derengiya şevê bi rê ketine noq bûne. Piraniya rêwiyan ji Sahra Jêra Efrîqayê bûn ku dixwestin bi rêyên qaçax derbasî Ewrûpa bibin.

Berdevkê Wezareta Parastina Tunisê Mihemed Zikrî eşkere kir ku Parazvanên Behrê 165 penaber rizgarkirine û lêgerîna kesên din ên winda hîn didome.

Wezareta Parastina Tunisê ragihand ku herî kêm 39 penaber xeniqîne û di nava wan de 4 zarok û 9 jin hene.

NAVENDA NÛÇEYAN